Gênco
Özet
‘Di salên dawîyê de min
pirtûkeke wisa nexwendî bû, hêvî dikim çareke din pirtûkeke wisa dernekeve.’
New Amed (rojname)
‘Hûn ê vê pirtûkê ji
destê xwe bernedin ji ber ku di berga pirtûkê de mezelox heye.’
Xelîl Ronî (nivîskar)
‘Min dema Gênco nas kir
xew li min herimî, ez ditirsim Gênco ji nişkê vê ji derekê derkeve pêş min.’
Berîvan Spî (rojnameger)
‘Ji vê pirtûkê bi dûr
bikevin.’
Sala Dawî (hunermend)
‘Rojekê min pirtûkek
xwend û jiyana min guherî, lê ew ne Gênco bû.’
Hêja Qayil (bijîşk)
Ali Kemal Çınar li Amedê
hate dinyayê. Di sala 2004an de kurtefîlmê xwe yê yekemîn kişand. Bi tevahî
derhêneriya deh kurtefîlman kir û sinaryoyên wan nivîsandin. Di 2013an de
yekemîn filmê xwe yê metrajdirêj kişand ku di bin bandora tecrubeyên kurtefîlmên
wî de mabû. Filmê Veşartî ku di 2015an de kişand, di 15emîn Festivala !f
İstanbul de “Xelata Fîlmê Herî Baş” û di beşa SIYADê de jî dîsa “Xelata Fîlmê
Herî” Baş stand. Heman fîlmî di 28emîn
Festîvala Queer ya Hamburgê de Xelata Juriyê ya Mezin wergirt. Di 2017an de bi
navê Gênco sêyemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj kişand û di 28emîn Festîvala Fîlman
a Navnetewî ya Ankarayê de “Xelata Fîlmê Herî Baş” bi dest xist. Di sala 2018an
de bi fîlmê Di Navberê De ji Pêşbirka Netewî ya 2018an Xelata Jurîyê ya Taybet
û ji 5emîn Festivala Duhokê ya Navnetewî ya Fîlman jî “Xelata FIPRESCI” stand.
Di 2019an de bi navê Berîya Şevê fîlmek din jî çêkir. Ali Kemal Çinar hê jî
fîlman dikişîne.