
Gorçiya Ne Em
Özet
Mizgîn Ronakê di vê
berhema xwe de mirî dayne axivtandin. Di her çîrokekê de miriyek diaxive û
behsa serpêhatiya mirina xwe dike. Di hemû çîrokan de şervanên azadiyê diaxivin
yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane. Her çîrokek bi awayekî zelal
rastî û qirêjiya şerê li Kurdistanê tê meşandin tîne ziman. Mirov bi awayekî
zelal rastiya şer, qirêjiya şer, wehşeta ku li ser vê axê hatiye meşandin; her
wiha bûyerên dilêş yên bi destê xayînên Kurdistanê hatiye kirin dibîne. Her
çîrokek dibe janeke zirav û mîna daralînkê xwe li dilê mirov dipêçe.
Bi kurtasî di vê berhemê
de mirov careke din rastiya şerê li Kurdistanê û jiyana kurdan ya di nava şerê
dijwar de dibîne. Nivîskar ev yek bi hostatiyeke mezin, bi huner û wêjeyeke
dewlemend honandiye û pêşkêşî xwendevanan kiriye.