Gotinên Pêşîyan
Kurte
Di vê sedsalê de gotinên pêşiyan jî tê de tev da-neyên devkî yên folklorîk ji bo lêkolîneran bûne sede-ma hînbûna jiyîna gelan. Bi her daneyê, bi her hêmaya tiştekî devkî çawaniya jiyanên berê, nerîta di nav gel de bi her awayî xuya bûye. Hem ji ber vê sedemê, hem ji ber dewlemendiya çanda devkî ya bi kurdî lêkoler li ser vî warî hûr bûne; herwiha ew dane hem ji bo xebatên nû bûne argument, hem ji bo lêkolînên nû bûne nîşane. Bêşik gotinên ku şîret didin, yên ku li ser tecrûbeyekê tên gotin jî girîng in ji bo vê meseleyê.
Gotinên pêşiyan bi pêwendiyên civakî çêbûne û dîroka wan belkî wek „dahêna axaftinê‟ kevn e. Ew îfadeyên bi giştî kurt, ên car caran bi rêzbend li dor felsefeya jiyana civakê ava bûne. Ji ber ku jiberbûna wan jî hêsan bûne li gorî meseleyekê çi qenc e çi neqenc e, şiroveya bûyerekî divê çawa be; wan ew nirxên hevpar derxistine pêş me û roleke nîşandana rêyekê girtine