Gula Elegezê
Kurte
Gula Elegezê, wekî wan dîwanên din ên Fêrîkê Ûsiv, mişt ji
deng, reng û bi bîna siruşta welatê wî dagirtî ye. Ew bi zimanê xwe yî herikbar
û a rojane gel pê diaxife rabûn, rûniştin, adet û toreya gelê xwe bi vegotineke
edebî raberî me dike. Em baş zanin Fêrîk hostayê gotin û vegotinê bû. Çi tişta
bidîta û çi tişta biqewimîya yekser xwe bera nav şi’ra wî dida. Ji ber wê şi’ra
Fêrîk di heman demê de pirtûka agahdarî û zanîna rewşa cimaet û feraset û
hişmendîya wan e. Hub û hez têmaya herî ber bi çav û jênager a Fêrîk e. Di vê
dîwanê de jî hub û hez bi delalî û dilbijînîya xwe ji me re dibişire:
Xwezil,
xwezil, ya min biyayî,
Xwezila
bûka dîya min biyayî,
Te çok veda
ber pîngê wê,
Serî bida
ser sîngê wê,
Por û
gulîyê xwe reş berda,
Dîya min
porê te vegirta,
Û min destê
wê yî çira
Li ser porê
te paç kira...