Guregup
Özet
Dengê bilûrê dinya
dagirt.
Bi bihîstina awaza
bikeser û axîn, hemû şênîyên derdorê berê xwe dan ser Pira Dehderî. Dengê
bilûrê dermanê hemû dilan bû. Ji bo derd û kulên ku di nav dil de asê mabûn û
her roj ji nû ve jan didan, ew dengê xemrevîn wekî bayekî hênik bû, êşa birînan
dikewand. Xem û kulên ku bi salan di nav bîra dil de zeng girtibûn, yeko yeko
li ser baskên teyrikan siwar dikir û bi ber asoyên dûr ve difirand. Stranên ku
di nav tûrikê dil de hatibûn jibîrkirin, bi bihîstina dengê bilûrê re, bi ruh û
can dibûn, bi ser zimanan diketin. Di nav beroşa dil de, ciwanîya bicoş, rojên
xweşî û şahîyan ji nû ve bi kel diketin. Keser û axînên ji nav dil û hinavan
hildikişîyan, li ser zimanên kal û pîran, li nav hev diketin. Şênî careke din
bi êşa xwe dihesîyan, bi ber mirîyên xwe diketin.