Gûzereş
Özet
Berê nivîs hebû!..
Ev demek bû, hizrên wî
gêre pê re dikir. Aya, hevîrtirşê
nivîştara mirovan bi axa mirovan vestirîye. An mirov, tenê xwendinek e û nivîsa
jiyana xwe bi xwe lêdike? Pirsan ew xistibû gêjevankê.
Wisa bû heçku aqil û
sewdaya xwe li derekê winda kiribe -belkî jî jibîr kiribe- û heta ku wê nebîne
ti hedra wî nebe, çu tebat û sebat nediketê. Heta wê rojê birûskek jê re
jenî. Ew roja kelegerm.
Ev demeke dirêj e Hoşeng
ji xwe re gazinan dike; Bo çi jiyan jê re temendî şikefteke xirt û xalî sar
têt? Bo çi dengên ruh û dilê wî wekî reşreşokên şevê di şikefta serê wî de deng
vedidin û mejiyê wî wekî hestiyekê dikojin, bo çi? Hoşeng, dike nake vê heyama
jiyana xwe çi tahm û xweşiyê, çi tîn û geşahiyê ji rojgara xwe wernagire. “Bo
çi?” dibû giloka pirsan û li teşiya hişê wî dialiya; her çendî dirêsa, ta û ben
jêk netînane derê. Bo dilê xwe digot; tu jî heq î dilo tu jî, tu jî gûzên xwe
li ser dilê min ê reben dişkênî...
Tunebê, di kûrahiyan de
li kevî û perrên dilê wî, çizirînên kewgirtî birûsk vedida û wekî pîvok û
berfîna destê biharê; çawa bi tîna rojê dihese û dizane ku êdî wext e
bibişkive, wî jî, di van çaledizên nepenî yên kûrahiya dilê xwe de wisa hest bi
pêşhatina lêqewmîneke nepayî û çaverênekirî dikir. Welê bû, heçku ha ha ye dê
delîvek lê vebe û dê ji nişkê ve ji ta û werîsê vê kamkojiya rojgara
bêhnfetisok biqete û dilê wî, wekî kanîbihariyekê bi heyteholeke boş bizê û bi
ser ruhê wî de, avsarkên tezî biherikîne. Wî, hest pê dikir, dengên nivîştara
wî li ber hilatinê ne. Welê ye, dê ronahîya xwe şulhe şulhe bi ser de
bibiriqîne. Dê zîro û zîwanên berçimka dilê wî bi carekê de bimale û ruhê wî
geş bike.