Handa
Kurte
Sîdar Jîr heta niha bi çîrok û nivîsên xwe yên
ramanî derdiket pêşberî xwînerên kurdî. Vê carê bi berhemeke cuda û cihêreng va
ye li pêşberî we xwîneran e. Berhema wî ya vê carê, Handa, herçiqas wek roman
bê binavkirin jî, dîsa li ser hîmên çîrokî hatiye avavkirin û rengê wî yê
çîrokbêjiyê dîsa jî diyar e.
Tiştê ku divê pêşiyê mirov der barê vê berhemê de
bibêje ew e ku Jîr di vê berhemê de zimanekî xweş û sivik bi kar aniye. Ji
aliyê zimên ve tiştekî ku xwîneran aciz bike tune ye. Dijberî vê yekê dê çêja
kurmancî bi xwînerên xwe bide hîskirin.
Xaleke din a ku divê neyê jibîrkirin ew e ku berhem
bi kodên kurdewar hatiye vegotin, kesên ku têkiliya wan bi paşxaneya kurdî re
hebe ango çand û dîroka kurdî nas bikin dê bi hêsanî berhemê têbigihîjin û
armanca nivîskar fam bikin. Mekan û motîf jî bi heman awayî kurdewar in. Kurt û
kurmancî em dikarin bibêjin ku giha li ser koka xwe şîn bûye.
Ku em bên ser Handayê; ew bi xwe pepûk e, lê
pepûkeke ku han dide. Têkiliya wê bi cîhana heyî re qut bûye. Lê dîsa jî rojê
ji bo demeke kurt be jî tê ser hişê xwe û têkiliyê bib cîgeha xwe re datîne. Bi
rêya neynikê xwe berî nav paşxaneya takekesî û civakî dide. Di dawiyê de em hem
çîroka wê û hem jî çîrok û serpêhatiya gelekî qedîm hîn dibin.
Di Handayê de sindoq û kilîl hene li benda vekirinê. Êvar, şev û heyv… Çemek, çemekî ku hem diherike û hem jî şahidiya herikîna dîrokê dike. Kevalên ku dîroka arîn û dêrîn bi bîr dixin xwezî û daxwaza vedijînin… Pencere heye… Handa han dide ku di wê pencereyê de xwe bibîne. Xwîner jî dê di pencereya xwe de vê berhemê bixwînin, Handayê û handayan nas bikin.