Hawara Dicleyê
Kurte
Hawara Dîcleyê li ser dengan ava bûye. Dengê jibîrbûyîyan û dengên jibîrbûyî. Jibîrbûyî kî ne? Jibîrbûyî êzîdî ne, êzîdîyê ku ji ber talan û kirkirinan xwe spartina çiyan, jibîrbûyî; suryan, keldan û nastûrî ne, miletên qedîm ên mezopotamya, jibîrbûyî cihû ne, kurd in. Jibîrbûyî miletên ku di navbera herdu çeman de dijîn, li jêdera jiyanê li dergûşa destpêka bajarvaniyê, hemû miletên mezopotamya ne. Jibîrbûyî Mîrê kurd, Mîr Bedirxan e.
Mehmed Uzun, di vê romanê de wek dengbêjekî modern demekî gelek xeter ji nû ve vedibêje. Me di şevbihurkên şevên windayî da bi ronahîya çira û qendîlan bi dengê zîz yê dengbêjan tevî xweşdengiya pêlên Dîcle perav bi perav dibe warê bav û kalan, welat û bajarên qedîm; li Cizîra botan, li Mûsil, Nînova, Hekar, Ormiye, Wan, Semsûr, Stenbol, Gîrît û Şamê gav bi gav degerîne. Çîroka me ya qedîm, ji me ra nû ve dibêje.
"We xwest. ez ê jî bibêjim. Qendîlê pêxin û dengê jibîrbûyîyan guhdarî bikin."