Hawara Dîcleyê- II
Kurte
Dengê
jibîrbûyiyan, di vî beşê duwemîn ê romanê de jî tê vegotin. Vebêjê romanê wekî
ava çemê dîcleyê bê west û rawest her diherike, dibe dengê dîroka nêzîk û
kevneşopiyên ewçend qehîm û kevnare yên navçeyê û însanê wê serdemê. Qehreman û
vebêjê romanê, Biroyê Dirêj bi sebra Eyûb Pêxember, serpêhatî û serbûriyên
jiyana xwe yek bi yek bêyî ku bêhna xwe teng bike ji xortên dilovan ên hawîrdor
re vedibêje. Riyên jiyana Mîr Bedirxan; dûr, dirêj û dijwartir dibin. Piştî
serhildana Mîr û şerê mezin ê Osmaniyan, Mîr ji welatê Cizîra Botan; bi tevî
nas, xizm, jin, cariye, yawer, zarok, nevî û nêzên xwe ji welêt tê nefîkirin.
Pêşî Stembol û girava Girîdê dibe warê wî, bi dû re jî bajarê miqedes ê
îslamiyetê Şam. Sirgûn dibe qedera wî.
Berdewamiya
Hawara Dîcleyê, bi mirin, qîrîn, hawar, sirgûnbûn, çîke-çîka şûrên şûrbazan û
dengê bilind ê bêdengiya Estera Keldan, ku di dil û mêjiyê Biroyê Dengbêj de
her olan dide, didome û bi vê gotina ku êdî bûye klasîk ''We xwest, min jî got
û ji îro pê ve êdî hûn ê bibêjin, pêşî ji kesên ku li serpêhatiya min meraq
dikirin, paşê jî ji der û dorên xwe re. De niha qendîlê bitefînin û êdî
herin,'' bi dawî dibe.