Heleqetîyêd Pizmamtîyê Nav Kurda Da
Kurte
Derheqa terîqa (dîrok) kurda da
êpêce lîtêratûr heye bi gelek zimanan. Miqabilî wê yekê hene ulimdar, mîsîonêr
û merîyêd din, mesele, çawa Sonê îngilîs, Rîtêrê alman û yêd din, dibêjin, wekî
lîtêratûra kurda kevin tune. Ewana rast nabêjin. Qurna pênca da destpêkirî, berî
dewrana me heta niha êpêce edebîyeta terîqî û ya mayîn derheqa cimaeta kurda
hatîye neşirkirin bi zimanêd erebî, kurdî, farizî, ûrisî, ermenî, almanî,
îngilîzî, tirkî û yêd din. Terîqzanê kurda yê eyan Şeref-Êddîn (Şerfxan) qerna
16a terîqa kurda û şerê wan miqabilî zevtçîya (dagirker) nivîsiye. Navê kitêbê
Şeref - nameye. Çawa bîblîografîya nîşan dide, hema Son bi xwe derheqa kurda,
terîq, rabûn-rûniştina wana da êpêce xebatêd ulmî nivîsîne, hilbet ser nêta
kolonîzatorîyê.