Her Du Jîyanname
Kurte
"Kulîya Hesinî" û "Ka Bilind Bike, Dengê Borezanê Heta Bi
Dawîyê Bilind Bike…" Her du jîyannameyên nivîskarê Kurd ê Erebînivîs Selîm
Berekat in ku bîrahatîyên zarokî û lawînîya Selîm Berekat; bîrahatîyên Bakurê;
bakurê Sûrîyeyê; Binxeta welêt; Binxeta binxetbûyî, vedibêjin. Bûyerên van
bîrhatîyan ji sala 1961'ê ve; dema hilweşîna yekîtîya di navbera her du dûgelan
(Sûrîye û Misirê) de dest pê dike û diajo heta bi salên gêncîtîya Selîm Berekat
(salên 1970'î). Jixwe ji wan Salan de, Selîm Berekat xaknîgarîya bîranînên xwe
nedîtiye; ew xaknîgarîya ku wî êş û keserên xwe, ken û laqirdîyên xwe, ketin û
rabûnên xwe ji pêsîrên wê mêtine. Selîm Berekat di van bîrhatîyên kenegirî
(trajîkomedî) de, rewşa Kurdistanê bi gelemperî vedibêje. Ew bi rengekî wêjeyî
çarenivîsa me ya ku me ew tu carî nenivîsîye, radixîne ber çavan.
Weşanxaneya Lîsê ku ji sala 2004'an û vir ve, xwe berdaye meydana
wergerandina berhemên giranbiha ên wêjeya cîhanê, vê carê her du jîyannameyên
Selîm Berekatê -vebêjerê jana Kurdan- bi wergera Ebdelah Şêxo pêşkêşî xwînerên
berkeftî dike…
Bi hêvîya ku rojekê ji rojan, em bîranînên azadîya xwe, bîranînên xweşî
û şahîyên xwe yên nîvçemayî; bi hêvîya ku em êdî hew bîranînên xwe wergerînin
zimanê dayîka xwe, em vê gurza bîrhatîyan radestî xwînerên hêja û birûmet
dikim.