Herimî
Herimî, romana nifşekî ye. Bi rêya her sê serkarakteran -meriv
dikare wan wekî antî-karakter binirxîne- çarenûsa wan şênber dike.
Nifşê ku li Bakur dijî bi me dide zanîn ku heta siberoja wî welatê
ku ji mêtinkaran re bûye cih û war neyê zanîn, dê ne pêkan be ku êşa vî nifşî
jî bê fêmkirin.
Roman ne tenê tundûtûjîya dewleta mêtinkar a zordest vedibêje; ew
di heman demê de tundûtûjîya xwezayî ya hîyerarşîk jî vedibêje.
Di rêya atmosfera avakirî re kodên civakê û hêmaya bavên zilimkar
li ber çavan radixe û êşa takekesîya karakterên romanê xelek bi xelek di dirûvê
civakê de berfireh dibe û derdikeve pêşberî me.
Herimî, bi teknîka xwe ya cuda, bi zimanê xwe yê qerfok û bi
bikaranîna derfetên hunera romanê balkêş e. Balkêşîya sereke ya vê romanê di
bikaranîna alegorîyan de berbiçav dibe. Alegorîyên di vê romanê de wekî qalik
hatine bikaranîn. Em pê dihesin ku ji qalikê romanê biwêdetir derdê vê romanê
destnîşankirina kakilê wê ye.
Bawer Rûken bi zimanê xwe yê nêzî dilikê civakê, me ber bi gîyanekî
zîyandîtî û herimandî ve dikişkişîne da ku rastîya welatekî biparvekirî di
pîyaleya ronîkirina êşa sernixumandî ya bindestîyê de keremî xwîneran bike.
Hema hema bi berfirehî ji hemû beşên jîyana vî nifşî anektod û
çîrok hene. Ji nîqaşên li ser wêjeyê bigire heta bi muzîk, polîtîka, rexneya
civakê û jîyana rojane... Tev li ku di serî de wekî beşên jihevcuda têne dîtin
jî, lê dema di dawîyê de li hev têne hûnandin hingê wateya xwe dibînin.
Ji Lîsê, jê nemînin.