Hêsirên Gotina Bêgotin
Özet
Bavê Nazê di vê novela xwe de, pirsyara ‘dînîtiya bi aqil’ dike ku Îsmaîlê dîn, wekî dînekî ku di nav mirovên xwe biaqil dihesibînin de, li ser sê taybetiyan di nav civakê de heyî dibe: A yekem; Îsmaîl bi zarokan re şer dike. A duyem; Îsmaîl diçe keran. A sêyem; Îsmîal dilbijokiya jinan dike.
Lê Îsmaîlê ku li gor hesabê ‘mirovên biaqil’ dîn e, bi axayê mezin ê meyxur re diyalogeke wiha datîne:
- Îsmaîl, ka were, bi me re vexwe!
- Axe, ez û vexwarin?
- Bo çi? Qey tu bûyî sofî?
- Na, ez nebûme sofî, lê her ez venexwim…
- Îca bêje, ji ber çi?
- Axe, heger hûn vedixwin, ji bo ku hûn bibin weku min, lê ku ez vexwim, ez ê bibim weku kê?
Gava em bi xwendina novelê de diçin, em hay jê dibin ku; ‘hêsirên gotina bêgotin’ girîna Sarê ya ker û lal e û evîna wê ya bi Metînî re ku her bi çav û dil bi hev re diaxivin û ji hev fam dikin.
Û mirina trajîk a Sarê,
Û kuştina Îsmaîl ya bi destê axê ku tirane bi bêaqiliya axê dikir…
lamher dimîne wek ‘gotina bêgotin’
yek ji wan xisletan, ji dînîtîya wî re dibe destnîşan ku ew jî cilkên wî yên dirîyayî û şerê wî bi zarokan re. Bi taybet kengî zarokan bi qêrînî digotin: «Îsmaîlê dîn!» û bi keviran didan pey, ewî geh baz dida û geh jî, bi wan re dikete pevçûnê. Xisleta wî ya duyemîn ku nav pê dabû; sêkstîya wî bi mêkaran re û dilbijokîya wî bi dîtina jin û keçan. Bi xwe, di vî warî de gelek efsane dihatin gotin. Lê here çi xisleta wî ya sêyemîn, hişmendîya wî ku li ser pirsîyarên axayî dîyar dibûn. Û bi vê xisletê wergirtina leqeba «Dînê bi aqil.»
Û axayê mezn: Çawa Îsmaîlê dîn, navdarîyek xwe bi sê xisletan hebû, weha jî axayê mezin xwedî sê rewiştên xwe yên taybet bû: pirbûna jinan, pêgirêdana bi meyxweşîyê û tiranepêkirina bi kesên dîn.
Û Metînê ku bêbav mezin dibe
Û diya wî ku xwesû û xwez^r lê ferz dikin an dê bi tîyê xwe yî heft heşt salî re bizeiwice, an jî nikar ekurê xw ehilde biçe pişt îmirina mêrê xwe, lê ew yek jî naneqîne û dibêje, “ez ê bimînim ba kurê xwe” û mirina bavê wî ji kurê xwe vdişart bi sondekê. Lê rojekê ew bi destê kurê xwe digire û dibe ser gora bavê wî.
Metîn bi dê, wekî kurdê XEcê, dayik bi kur wekî dayika Metînî tê nasîn
Di odeya axayî de, Her dem jî, pirsên axayî bi mebest bûn û bersivên Îsmaîlê bi hişmendî bûn.
Û axa dipirse ji Îsmaîlê dîn
Û vê êvarê, ji vê pirsê re li ber şevbihêrka xwe vekir:
- Hela, Îsmaîlo bibêje, tu û ker bi çi xwe digihên hev?
Îsmaîl, weku xwe bêyî xwe bi bersivê mijûl bike, hema seranser çû gotinê:
- Ez û ker, bi aqilên xwe digihên hev…
Piştî demeke ne dirêj, Îsmaîl, dîsa xwe bi hişmendî da xuyakirin. Berêvarê, axe bi çend dostên xwe yên meyxwirê, li ber kepira xwe bi meyxweşê daketibûn, Îsmaîl jî, di vê pîstikê de, li ser xaçerêka panava axayî diçû ber bi bajarî ve. Bi dîtina wî, axe gazî wî kir:
Metîn xwedîtî li dînan dike, wan diparêze loma jî bi axê re tê ber pozê hev
Jixwe, çi cara Metîn, ji çayxanê dihate der, gotinên Îsmaîlî, di hişê xwe de dimeyand û bi hizir, bi xwe re diket axavtinê: «Eve ji bo çi mirovên weha erzan in û heta bênan in?»
Bi van pirs û mitalan, pê re pê re gotinên dawî yên Îsmaîlî bi axayê re ketin ber guhên wî û bi hûrayî şevbihêrk bi vî şêweyî derbas bûbû. Û axê bi vê pirsê, dest pê kiribû:
- Îsmaîl, tu çi ji vê dinyayê ji Xwedayî dixwazî?
- Axe, ez ji Xwedê dixwazim ku yên weku te û weku min, li vê dinyayê nemînin…
Hema pê re pê re axê xwe negirt û pirsî:
- Erê, weku te nemînin, ez fam dikim, lê ji bo çi yên weku min?
Berî axê, civat mabû li hêvîya bersivê û Îsmaîl, weku xwe zû çû bersivê:
- Wê çaxê, wê xelk bi rehetî nanê xwe bixwin.
Axe her çû pirsê:
- Ji ber çi, wê bi rehetî nanê xwe bixwin?
- Ji ber ku yên kêm aqil weku min û yên zalim weku te, wê ji nav wan rabin…
Lê kengî awirên Sarê li yên Metînî pêrgî hev hatin, çawa livîn û guhertin, di hinava wê de çêbûn, weha jî, di laşê wê de û tiştekî din. Ew tişt jî, jê nenîyas bû. Dibe ji ber vê çendê, berî xewa şevê, ew cengê bi gotinê re ku ew jî nebû. Û çi cara gotinê, di hinava wê de, rê ji xwe re nedidît, qêrîn bi devê wê diket. Lê wê nedixwest, her dem, bi qêrînê derbirîna hesta dilê xwe bike. Evca wê berê xwe dida girî û hêsir jê re dibûn gotina bêgotin. Jê û pêve, bêdengî, êş û xeyd, di bin konê xemgînîyê de.
Û fenekî û durûtiya feodalî û kevneperestiyê ku kur bi jinbiraya jê mezintir re dide zewicandin da ku mal û milk di nav malê de bimîne. Û piştî zewacê gava milk dibe yek, soz bi lawk tê dayîn ku ew ê karibe jineke din ji xwe re bîne
Evîna Sarê ya ker û lal û Metînî ku tenê dikarin bi çavan û bi nihêrîna hev evîn û hezkirina xwe ji hev re bêjin. Û neçaray ku Sarê di laliya xwe de dijî û dikeve ber şermê û ji ba hezkiriyê xwe, Metînî, diçe. Û ev gotin tên ser zimanê Metînî:
«Wey Xweda! Ez ê çawa ya dilê xwe bigihînim vê bedewê? Û wê çawa têgihîştin, di navbera me de peyda bibe?» Piştî bêhnokekê, ji axavtina bi xwe re, mîna ku bersiva xwe bide çû berdewamîya gotinê: «Qey di hezkirina bi gotina bêgotin de…»
«Xweşikê! Dengê min tê te? Bi Xwedê, êşa te êşa min e û bi Xwedê, bi bêgilîyê, em ê ji hev têbighin û hez ji hev bikin. Ez qurbana te me, xema mexwe!!!»
Û Îsmaîlê dîn ji Axê re dibêje:
- Axe, heger xelk ji hev têbigihin, wê şer û kuştin, di nav wan de peyda nebin. Axe, têgihîştin, ne tenê bi gotinê ye, lê bi naskirina êşa hev û dîtina wê weku ya xwe. Heger hûn kesên bi aqil, êşa hev, li hev par nakin, îca hûn ê çawa êşa dînan li xwe par bikin? Axe ev jî ne rehet e, ji ber ku mirovê dîn, strana xwe ya êşê heye û ne her kes dikare bibihîze…
Û mirina Sarê ya trajîk