Hevrazên Çiyan
Kurte
Gava Azadî çavên xwe
vekirin, dît ku Hêlîn li ser kanepeya hember rûniştiye, çavên wê li
televizyonê, komanda di destî de, lê hiş û hewnê wê Xwedê tenê dizane li kî
derê ye; -“Çi xewneke ecêb bû!” got xwe bi xwe û paşê bi pişta destê xwe dîsa
çavên xwe perixandin. Paşê dîsa cihê seriyê xwe di balgîfê de rast kir, her
wekî reha stûyê wî piçekî şirr bûbe, ji ber wê cihê serê xwe baş xweş kir û xwe
dîsa qel da. Hişê wî ew bire xewnê, “Oh, çi xewneke balkêş...” fikirî û xewn
anî bîra xwe:
Azad dibîne ku ew ji
kendalekî bilind bi jêr de tê. Paşê dibîne ku digihêje devê newaleke kûr. Li
dertengê gelî dibîne ku di nav şikêr û hisarên bilind re ye û ji bilî şiveriya
ber bi nediyariyê ve diçe, her du alî latên hilo û bilind in. Paşê ew şiverê
digihêje serê koreriyekê û lê asê dibe. Hingê dibîne ku ber bi aliyê dîtir ve
şeqeke mezin wekî navranekê li nîveka tahtê çiyê li ber xuya dibe.