Hilbe Kobanî

%25İndirim
109,09 TL
145,45 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare3150
Yazar
Selîm Temo
Sayfa Sayısı
72
Kitap Adı
Hilbe Kobanî
Ebat
12.0 x 19.00 cm
Basım Yılı
2025
Editör
Cumhur Ölmez
Fiyat
145,45 TL + KDV
Özet
min vajî kir û vekir raza hebûnê
pê de çûm ku valahî ye ji şînê û pê da
ne sî ma, ne bayê li kuncî veşartî
ti tişt ne kûrtir e ji êvareka vala

malê, malê, derî vekin li min bû ‘eyşa
ez ew zarokê wenda me di xewna xwe da

çav teze hatine ji zarokatiyê
belav in enîşkên qirêjî
guh, pêçî, xew û diranên kursî
dest neman ku bidim ber rûyê xwe jî


Selîm Temo, ji bo salvegera 10. a azadiya Kobaniyê pirtûkekê çap kiriye ku navê xwe Hilbe Kobanî ye. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve di roja salvegera azadiya Kobaniyê de hatiye weşandin. 

Helbestkar Selîm Temo, du sal piştî çapa 112 Hesp û Xezelekê bi pirtûkeka nû hat pêşberî xwîneran. Navê pirtûka Temoyî Hilbe Kobanî ye û wek helbesteka teatral hatiye nivîsîn. Selîm Temo û Weşanxaneya Darayê danasîn û nûçeya çapa pirtûkê di 26ê Çileyê de ku roja serkeftina Kobaniyê ye, di saet “sisê kêm deh deqîqe” de belav kirin. Pirtûk ji du perdeyan pêk tê û 72 rûpel e. 

Pirtûka nû ya Selîm Temoyî wek “helbestşano” (poetheatrical) hatiye pênasekirin û besta xwe ji sirûda Serhildana Agiriyê (“Hilbe Agirî”) digre. Lehengên helbeste-şanoyê -“vebêj”, “orkestra” û “koro”- sehneyên berxwedana Kobaniyê di nav dîrok û mekanê de dinimînin. Pirtûk hem ji bo xwendin û hem jî ji bo leyîstinê ye.

Cumhur Ölmez edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Leyla Çelik ve hatiye çêkirin. Xwîner dikarin pirtûkê ji pirtûkgehan û li ser malperên pirtûkan peyde bikin. 

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Hilbe Kobanî bijare3150
Hilbe Kobanî

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.