Hitokê û Papûşko - Seta 2
Kurte
1. 1. Gula Gulberoj: Hitokê keçikek piçûk e. Pêlîstokek wê ya bi navê PAPÛŞKO heye. Her dem pê ra dipeyive û jê ra qala derd û kulê xwe dike, pê dilşa dibe. Di vê pirtûkê da Hitokê bi dayika xwe ra diçe nava zevîyekê û xweşikahîya xwezayê dinase. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.
2. Baxçeyê Zarokan: Di vê pirtûkê da Hitokê
dest bi dibistanê dike. Dayika wê pê ra diçe û ew pêşî ditirse, lêbelê paşê
hevalên wê çêdibin û ji dibistana xwe gelek hez dike. Gava ji dibistanê tê malê
hemû tiştên ku li dibistanê jîya ye ji pêlîstoka xwe ya Papûşko ra qal dike.
Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.
3. Dîno: Di vê çîrokê de Hitokê li kolanan
kûçikek bi navê Dîno dinase. Gelekî jê hez dike, bi hev ra dilîzin, lê carina
dayika wê destûr nade ku ji Dîno hez bike. Dîno her cara ku Hitokê dibîne kêfa
xwe ji wê ra tîne. Zarok bi saya vê pirtûkê bi hezkirina ajelan dihesin. Çîrok
12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.
4. Dîlan: Çîrok bi sitrana gelêrî ya bi navê
“De bi lûr lûr, lûr lûr
lûr lûr,
De bi lûr lûr, lûr
teşîyê.” dest pê dike.
Hitokê cara ewil bi dê û bavê xwe ra diçe dawetekê û gelek kêfa wê tê. Di çîrokê da ji dawetên kurdewar çend dîmen jî hene. Hitokê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevli vê dawetê dibe. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên wê rengîn in.
5. Nexweşî: Di vê çîrokê de Hitokê bi dayika
xwe ra diçe sûkê. Dayika wê ji bo zivistanê cil û bergên qalin disitîne, lêbelê
Hitokê cilên tenik li xwe dike û bêyî ku haya dê û bavê wê jê hebin diçe li
parka ber mala wan dilîze û paşê nexweş dikeve. Çîrok 12 rûpel e û hemû rûpelên
wê rengîn in