Illumınatıons - Birqên Direxşen
%20İndirim
144,00 TL
180,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare205
Ebat
19.5 x 13,0 cm
Basım Yılı
2019
ISBN
978-605-2246-31-3
Çevirmen
Ergîn Sertem
Fiyat
180,00 TL + KDV
*144,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte
Yek ji girîngtirîn metnên helbesta cîhanê
“Illuminations”a Arthur Rimbaud êdî bi kurdî ye: “Birqên Direxşan.” Di kitêbê
de ku Ergîn Sertemwergerandiye û amade kiriye orijînalê helbestan, frensiya
wan jî heye.
Illuminations an Birqên Direxşan, ku ji 41 helbestên pexşan û duyên menzûm pêk
tê, bê şik lûtkeya helbest û hunerkariya Rimbaud ye û yek ji girîngtirîn metnên
dîroka helbesta cîhanê ye. Her yek ji van “birq”an, bi gotina Rimbaud, “xewneke
tîr û çapik e” û bi hev re wek kaleidoskopeke bênizam a “fenerên sihrî” ne.
Kawa Nemir li ser wergera Rimbaud wiha nivîsiye:
“Dewrê eyyam ê helbestê bi derewên “bêhejmar nifşên debengên ristebend” derbas
bû, ku ‛eyan e mebest ji vê yekê ne welê bi hêsanî reşkirina wê kelepora
civiyayî (qewî çiviyayî heçku) ya mirovayiyê ye, lê, û, paşê Rimbaud hulustî ji
wê zêya hurr û xef a helbestê de, ya zehf kêm beşerên beşerxweş ên kelamê rêya
xwe bi ser xistî. Illuminations’a bi kilîla zimanî û poetîk a şikûdar a Ergîn
Sertemî berceste bûyî bi kurdî bi navê “Birqên Direxşan”, va ye, delîlê
dadaneveya deriyê wî dewrî ye û vekirina deriyê nû ye, hem bo kurdî û hem bo
Rimbaud’yê ewledê gerdûnê.
Û, her wiha, ev werger bi xwe, di vê serdema zimanê me de, derseke mezin e bo
hemû ehlên dilpak ên zimanê kurdî yên ku xwînê ji xwe berdidin da ku metnên
gerdûnî wergerînine kurdî. Ne cihê gumanê ye ku wergera Illuminations’a Arthur
Rimbaud bi navê “Birqên Direxşan” wergereke welê ye ku heq dike her bimîne wekî
taca seriyan.”
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!