Ilmê Tûrik
Kurte
Pirtûkeka pekenokan e û di rêza "Pekenokên Geli" yên Kurdî da, piştê "MASİYÊN BEJî" û “JI DîNAN DîNTIR",pirtûka 3'yan e. Çapa vê pirtûkê ya pêşin, di sala 1989'an da li Swêdê derketibû. Pirtûka “ILMÊ TÛRIK" ji 20 pekenokên gelî pêkhatiye. Yek ji wan Pekenokan jî "ILMÊ TÛRIK"e, ku navê xwe daye pirtûkê jî. Pekenokên “ILMÊ TÛRIK", gişt Pekenokên gelî ne û li Kurdîstana Bakur ji nava gelê Kurd hatine berhevkirin. Ev Pekenokên gelî, beşekî girîng in ji folklora Kurdî, ku bi sedsalan di civatên Kurdan da hatine gotin û guhdar kenandine. Nivîskarê Pirtûkê M. Emin Bozarslan, ji bo zelalkirina hin peyv û peyvikan, ferhengokek jî amade kirîye. Ew ferhengok, di dûwayîya pirtûkê da ye.
Rêza “Pekenokên Gelî", bi tevayî ji pênc pirtûkan pêk tê. Di vê rêzê da piştê “ILMÊ TÛRIK" du pirtûkên dî jî dê bên weşandin û bigîjin destê xwendewanê Kurd.