
Îran Xanim - Hawarek Ji Ûrmiyeyê
Kurte
Îran Xan yan jî Îran
Xanim, di sala 1951an de li gundê Îçkeso, navçeya Somabira Dostê, ku li ser
bajarê Ûrmiyeyê ye ji dayîk bûye. Vê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê
de cihekî taybet girtiye. Vê jina berxwedêr û serhildêr, dema ku çi jinekê mafê
xwe nedizanî li hember mêrên temen mezin dengê xwe derxîne, dengê dilê xwe û
qêrîna ku ji kûrahiya dilê wê derdiket, dikire stran û dengê wê li her derê
Kurdistanê belav dibû. Ew yekem jina dengbêje ku di radyoya Ûrmiyê de dengê wê
hatiye qeydkirin û arşîvkirin.
Bi vê xebata Sayîme
Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeke Kurd, derd û xem, xweşî û
hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînin komek mirovan tê ragihandin.
Carina jî hest û hizirên nivîskar jî tevlî ax û nalînên neqilkara pirtûkê
Gulistana keça Îran Xanê dibin û ta ku meriv difikire: Gelo Îran Xan kî bû,
dibe ku Gulistana keça xwe be? An dibe ku
Sayîmeya nivîskar be? Dibe ku dayîk û xwişkên me bin? An na, belkî ew
hişt cıvata jinên Kurd in. Belkî jÎ hemû cıvata me..!