Îtbarî - Berhemên Giştî 1
Kurte
Wezîrê
vebêj û çîrokbêjê novela Îtbar, weke
miraqdarekî ji meta xwe ya bi navê Meyane der barê kalikê xwe Hûtî Begê de
dipirse û met jî çîrokên salên destpêka 1900’î par ve dike:
“Di wî zemanê zarotîya xwe de ez haqasî heyîr û
motacê gotina wan çîrokên wê bûm bi giranî ji ber balkêşîya wan: Ew ji bona min
wek çîrokên pir întêresant bûn. Lê niha, gava ez gihîştime temenê mezin,
kaltîyê li min kar kiriye, hêja ji giranî, ji mezinaya derd, kul û xemên meta
xwe, ji sebebê dijwarîya gotina wan çîrokan ji bona wê kûr fam dikim. Û ne ku
bi tenê fam dikim, lê ew bûne weke yên min jî, ji ber ku birayên meta min,
kalên min in û ez niha ji vê yekê ne ku bi tenê kûr fam dikim, lê bi ser de jî
bi ruhîyeta xwe ve dihesim. Ji ber vê yekê jî ez hêja şaş û metelê wê yekê
dimînim, ku meta min e Meyane, ya ku haqasî bi ceger û kinêz bû, haqasî bi ser
me nevîyên birayên xwe de şewitîbû, bi çi hunerî ne ku bi tenê li ber wî derdê
giran li ber xwe da, lê bi ser de jî gihîşt temenê pîrbûna herî kûr, herî
temam: Weke nod salan.”
Nivîskar,
wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê Kurd ê bi nav û deng Wezîrê
Eşoyê Hûtî Begê; bi novela xwe, Îtbarî di
şexsê xwe de rabirdûya hemû Kurdên Êzdî yên li Ermenistanê vedibêje.