Lis

Jana Gel

%20İndirim
160,00 TL
200,00 TL
Kategori
Marka
Lis
Stok Kodu
bijare147
Yazar
Îbrahîm Ehmed
Sayfa Sayısı
196
Kitap Adı
Jana Gel
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
12,5 x 20,5 cm
Basım Yılı
2019
ISBN
978-975-61793-3-8
Basım Bilgisi
2. Baskı, Çapa 2.
Fiyat
200,00 TL + KDV
*160,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Dîroka nivîsadina romana “Jana Gel” diçe digihîje sala 1956’an. Dema ku hîn du sal bi ser şoreşa gelê Cezayirê ya li dijî dagirkerên Fransiz derbas nebûbûn. Lê alozîya zemên wisa lê kir ku deh salan piştî biserketina wê şoreşa ku ev roman jê re hatibû pêşkêşkirin, bê weşandin.

Romana ku ji alîyê Elşîr ve hatiye Kurmancîkirin, behsa malbatekê dike ku cihê xwe di nav têkoşîna rizgarîya gelê Kurd de girtiye û bûyerên ku ev malbat tê re derbas dibe kitekit bi kitekit li ber çavan radixe. 

Romana navdar, yek ji sembol û bingehên romana kurdî. Gava ku qala romana kurdî dibe yek ji navên ku pêşîyê tê hişê mirov. Xwendevan û wêjehezên kurdî pir baş wê nas dikin. Ji roja ku hatiye çapkirin û heta niha gelek tişt li serê hatine gotin û nivîsandin. Bûye mijara gelek lêkolînan. Ligel Şivanê Kurmanca û Xatê Xanim nûxwiriya romana kurdî ye.
Her çiqas pêdiviya Jana Gel zêde bi danasînê tune be jî, divê mirov çend gotinan bibêje. Li gor cîhanê û zimanên cîranên me pexşana kurdî dereng dest pê kiriye û piştî werger û lêanînan çîrokê li beşên cuda û bi zaravayên cuda romanên kurdî hatine nivîsandin. Bi vî awayî pexşana kurdî derbasî asteke nû bûye. Ku ev yek di heman demê de dibe nîşana ramangeriya kurdî bixwe jî. Di vê rêwîtîya pexşana kurdî de Jana Gel rawestgeheke girîng e.
Jana Gel ku heta niha bi zimanên cuda û bi zaravayên kurdî yên cuda hatiye çapkirin – îro jî piraniya romanên kurdî hîna sînorên zaravayî derbas nekirine, ji bilî çend mînakan – careke din ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve tê çapkirin. Berê jî ji aliyê Weşanxaneya Lîsê û hinek weşanxaneyên din ve hatibû çapkirin. Lê vê carê roman ji nû ve hatiye redektekirin, pirsgirêkên vegotinê û hevoksaziyê hatine sererastkirin. Bi baweriya me dê xwendevan çêjeke xweştir ji vê çapa dawîn werbigirin.
Xwendevanên hêja, Jana Gel bi rûçikê xwe yê nû li benda we ye. Ev jan, jana kurdî ye, jana wêjeyê ye. Bêyî janê tu tişt nawelide. Divê hûn jî bibin pîrika vê janê.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Jana Gel bijare147
Jana Gel

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.