
Ji Destpêka Dîrokê Ve Civaka Xwezayî
Kurte
Dîroka nivîskî, dîroka
şaristaniniyên serdest û desthildariyên hegemonîk e. Bi gotineke dîtir; dîroka
kuştin û xwînrijiya serdest û zordaran e. Tê de civak tune, dîroka wê tune,
xweza û hawir tune, beşên civakê tune, danehevî û afirîneriyên wê tune,
berxwedan û têkoşîna wê tune..!
Lê belê dîrokê ev rastî
peyîtandiye ku ji destpêka dîrokê heta niha ya ku teşe dayî dîrokê, herikîna wê
diyar kirî, mirovahî û afirîneriyên wê anî heta asta îro, civaka xwezayî û
komunal bi xwe ye. Lewre divê civak bête fêmkirin. Ji teşeya wê ya klanan
bigire heta qebîle û eşîran, ji wir heta kom û neteweyan, xisleta wan a xwezayî
û komunal, israra wan a jiyana azad û wekhev, berxwedan û têkoşîna wan ji
derveyî feraseta zanista pozîtîvîst bi têgihiştineke zanyariya civakî, an jî bi
têgihiştina ‘xwezaya civakî’ divê bête 4 fêmkirin ku em bigihijin rasteqîna
dîrok û civakê. Nexwe em ê nikaribin xwe ji feraset û hişmendiya dîrokê ya
serdestan rizgar bikin.