Jineke Mirî Li Cihangirê
Özet
Mirov, her mirov ji ber
rabirdûya xwe diêşe, hertim poşman e, dixwaze vegere dema xwe ya berê lê ji ber
ku nikare vegere, roja xwe ya îro dike qurban jê re. Mirov xemgîniya xwe li ser
du tiştan ava dike; rojên wî yên ku bihurîne û rojên wî yên ku dê werin û bi vî
awayî dev ji roja xwe ya îro berdide, dev ji vê kêlîkê berdide; kêlîka ku divê
tê de bextewer be an ne bextewer be, mijûl be, şad an xemgîn be.
Rah xwedawendekî Fer’ûnî
bû, rojekê ji rojan çavekî xwe winda kir û da ku dîsa çavên xwe bidest bixe herdu
kurên xwe şandin ku li çavê wî bigerin. Dema vegera wan gelekî dirêj kir Rah ji
xwe re çavekî din dît. Piştî demekê çavê wî yê berê lê vegeriya û dema dît ku
cih jê re nemaye, giriya. Dibêjin ku ji hêsrên wî çavî mirov hate afirandin,
paşê ew çav ber bi ezmanan ve bilind bûye û ev hîva ku em dibînin ew e.
Ez xwedî şensekî mezin im
ku ji şerekî qerase bêyî bîrewerî derketime, bi ezmûneke sifir, weke bebekekê,
weke CDyeke vala tu çi bixwazî tu dikarî lê bar bikî, weke hertiştê nû, pak,
paqij û biriqandî.