Keça Kapîtan
Kurte
Roman û çîrokên me yên dirêj li ber Keça Kapîtan xav dimînin ku em wan bidin ber hev. Saxikî û nermokî digêhije daraxek wusa bilind ku rastî jî wek tiştekî lihevhanînî û karîkatorîzeyî dixuye. Cara yekem e ku bi rastî jî karakterên ûris derdikevin holê.
Gogol
Ey welatê dûr û xweşik
Ey welatê ji bo min
biyanî!
Ne bi daxwaza dilê xwe
hatim vir
Û ne jî li ser pişta
kehêlê xwe.
Agirê xortaniyê û
mijdûmana meyxaneyê
Ev xortê dilêr, ango ez
hanîme vê derê.
(Sitranek kevin)
“Keça Kapîtan” xweş dide
xuyakirin ku Pûşkîn li ser rêyeke realîst bûyerek dîrokî bi pêjnên evîneke
piçûk dihûne. Ev babetê nivîsê jî ne tenê ji bo wî, herweha ji bo hemû
nivîskarên wê demê jî dibe şopeke nû. Hêj di pey wî re jî li Ûristanê
nivîskarên mezin wek Tolstoy û Dostoyevskî, car bi car vegeriyane ser berhemên
wî û xwendine ku bizanibin ka çarçova çîrokên weha çawa û bi çi awayî têne
hûnandin.
Pûşkîn Keça Kapîtan bi
salekê beriya mirina xwe dinivîse (1836). Piştî ku ev werdigere gelek zimanan,
bandoreke mezin li edebiyata dunyayê jî dike. Û dibêjin ku Tolstoy ji ber vê
bandorê, berhema xwe ya bi navê “Şer û Aşîtî” nivîsiye.
Hesenê Metê