Kela Dimdimê
Özet
Destana Kela Dimdimê, pelek ronî ye di nav pelên dîroka gelê Kurdistanê de ye, destana mêrxasiyê ye, destana berxwedan û serbilindiyê ye, destana kesên serê xwe ji dijmin re danaxin, destana kesên eniya wan li eniya rojê ye. Ev destan didexuyanê ku Kela Dimdimê ne bes kelehek e ku şer kir û çû. Ne bes serkêşiyamîrekî bû û çû. Ne bes mêrxasiya çend sed siwarî bû û çû.
Kela Dimdimê serbilindiya kurdan berçav dike, fedekariya millet berçav dike. Kela Dimdimê şanî me dide, riya ku divê milletê kurd seraser bidê ser. Riya berxwedanê, serfiraziyê, ne riya bindestî û koletiya dijmin.
Çerxadîroka Kurdistanê va ye, dîsa ketiye berxwedanê. Zaroyên Kawa, qehreman ûegîdên Kurdistanê dîsa dîroka serfîraziyê dinivîsin, ala berxwedanê bilind û bilind dikin.