Keleh
Kurte
Keleh, yekem pirtûka
kurteçîrokan a romannûs, wergêr, hunermendê navneteweyî û rexnegirê hunerên
aktuel, Şener Özmenê nivîskarê romanên bi navê Rojnivîska Spinoza (Lîs, 2008) û
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (Lîs, 2010), henaseyeke nû û xurt tîne nava
kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen.
Keleh, her yek jê li
ser Kurdiyeke wisa berfireh saz bûyî, ku dikin em Kurdiya xwe ya heyî, hemû
çavkaniyên zimanê xwe yê ku em pê di qewareyeke berteng de bi jiyana xwe ya
rojane berdewam in, ji sêrî heta binî careke din hizir bikin û ji nû ve saz
bikin, heşt kurteçîrokên ku dê xwendevanê xwe matmayî bihêlin, ên bi navê
Keleh, (??) Akîo, Lîmûzîn, “Ez Jîr Aslan”, Stêrk, Çîroka Du Evînên Jîkurt,
Jinûmêr û Lîlî, Lîlokê bi xwe ve digire.
Kurteçîroka “nûjen”,
wekî çeşnekî wêjeyî, çawa ku li hemû parçeyên welatê me, wisa jî li mezintirîn
parçeyê welatê me, sal bi sal kelepora xwe û ya cîhanê baştir nas dike û êdî di
dilqê “kurteçîroka bi Kurmancî” de berê xwe dide asoyên afirîneriyê û lê ye ku,
nexasim li nik helbestê, bibe yek ji adantirîn beşên sercema wêjeya Kurdî ya ku
ji zû ve ye bê tirs û fikar berê xwe daye sehneya wêjeya cîhanê.
Şener Özmen jî, di vê
yekê de çu şik û gumanê nîne, li gel du romanên xwe yên berê weşiyayî, ku
xwendevanên Kurdî eleqeyeke baş nîşan danê, û êdî bi van heşt kurteçîrokên xwe
yên li jêr navê Kelehê ve, li hemû parçeyên Kurdistanê, yek ji gewretirîn
pênûsên zimanê Kurdî ye! Keleh vê rastiyê êdî ji berê zêdetir diçespîne!
Helbestkar û romannûs
Îrfan Amîda, gewrebûna nivîskariya Şener Özmenî, bi boneya romana wî ya pêşîn,
Rojnivîska Spinoza, wiha heldisengîne: “Dema ku we rahişte Rojnivîska Spinozayê
û dest bi xwendina wê kir, hûn ne ku bi tenê romaneke bi Kurdî dixwînin, her
wiha hûn hest pê dikin ku hûn di qonaxa geşedana romana Kurdî de, di
çivangehekê re derbas bûne û dema ku hûn xwendinê diqedînin, ji we ve xuya dibe
ku hûn êdî ne li wî ciyî ne, li kû hûn radiwestiyan. Lewma jî, Rojnivîska
Spinoza qorzîbera nû ya romana Kurdî ye.”
Her wiha nivîskar
Abidin Parıltı jî, dîsa der barê romana Şener Özmen a bi navê Rojnivîska
Spninozayê de, wiha dibêje û qetlazî û kêmpeydatiya nivîskariya Özmen bi vî
şêweyî dupat dike: “Rojnivîska Spinoza yekem berhema Şener Özmenî ya bi Kurdî
ye û pê re jî, romana wî ya pêşîn e. Belam zimanek li ser vê romanê heye, ku
qewîn e, kûr e û dimîne bîreke dewlemend û qet jî wekî berhema pêşîn nayê
xuyanê... Özmenî, di vê pirtûka xwe de, heta ku jê hatiye, zor daye ser
derfetên Kurdî. Di romanê de, ku em ji peyvên rojane bigirin heta bi gotinên
pêşiyan, ji wê tangê de heta bi argoyê, zimanekî lexgîr hatiye bikaranîn;
tiştên ku hatine vegotin jî her ew çîrok in, ên jiyanên têk çûyî û pelişî, yên
mirovên ku di nava wan jiyanên pelişî de ji xwe re ciyekî peyda dikin an jî ji
xwe re tê de li ciyekî digerin.”
Li dû pirsa li ser vê
babetê, helbestkar, çîroknûs û wergêr Kawa Nemir jî, ku Şener Özmen di pirtûka
xwe, Kelehê de, kurteçîroka xwe ya dawî ya bi navê Lîlî, Lîlokê rewayî wî
kiriye û her wiha Nemir edîtoriya pirtûkê kiriye, der barê Keleha berhevoka
kurteçîrokan a Şener Özmen de wiha got: “Şener Özmen! Pênûsa Kurdiyê ya newaze
û pirrawaz e. Mîna romannûs û wergêr Yunus Eroğlu, Şener Özmen şansek e bo
Kurdiya me ya ku bi destên pênûsên erzan berteng tê hiştin. Ez bi dilekî rihet
dikarim li vir vê îdiayê bînim ku gelek çîroknûsên Kurd ên qewlikbêj, piştî ku
Keleha Şener Özmen bixwînin, divê ji nivîskariya xwe bikevine şik û gumanan!
Piştî du romanên xwe yên ku bi raya min hê jî başebaş nehatine xwendin, Şener
Özmen li dû nivîskarî û hunermendiya xwe ya pirralî, Keleh nivîsî û bawer
bikin, di nava hefteyekê de, min Keleh çar caran xwend û ez bi Kurmanciya wê ya
pirrşax, ku ji aliyê ferhengê ve di ser re qelibandiye, û bi dijwariya honakên
wan heşt çîrokan serbilind bûm. Bo nivîskar û xwendevanên Kurd bibêjim: Vê
îdiaya min ji bîr mekin! Keleha Şener Özmen yek ji qorzîberên kelepora
kurteçîroka bi Kurdî ye!”
Bo xwendevanê ku xwe
bi Kurdiya xwe ve li vê dara dinyayê wekî “tayê bi tenê yê mala zimanê xwe yê
zikmakî” dibîne, heşt kurteçîrokên Şener Özmenî yên ku zimên û honakê bi
bîrtûjiyeke ku dê neyê jibîrkirin radikin pêdarê û nîşan didin ku şax û şovên
nivîskarekî Kurd dikarin çendî berfireh bin û kurt û bi Kurmancî, Kurdî dikare
bajo û here çi deverên dûredest û ezamet!
Keleh, bi mijarên xwe
yên aydî kelepora Kurdî û lehengên xwe yên biyanî ve, ji me re kelehên kêliyên
teng xera dike, kelehên kêliyên berfireh ava dike!