Kilamêd Cimaeta Kurdan
Kilamêd Cimaeta Kurdan
“Cimaeta Kurdan a qedîmî di nava tarîxa xwe ya pirrqirne de folkloreke dewlemend a pirrjanr afirandîye. Weke behreke bêserûbin a çîrok, beyt, mijûlî, mesele û metelokêd cimaeta Kurdan, di nava kîjanan de cîyekî mezin î layîq digirin kilamêd wê.”
Xelîlê
Çaçan
Xelîlê
Çaçan (Mûradov) ê nivîskar, radyokompozîtor û serokê navdar ê Radyoya Kurdî ya
Rewanê û kedkarê çanda Kurdên komarên Sovyetê û tevayîya Kurdistanê, di ber
gelek karên xwe yên geş û gurr re, bi hewildana xwe ya dîrokî ve 1800 kilam û
stranên belave li fonda vê radyoya me ya navdar tomar kirine, li kîjanan îro hê
jî tevayîya welatê me û hemû Kurdên li cîhanê guhdar in. Di sala 1963’yan de
Xelîlê Çaçan Mûradov beşek ji van kilam û stranan li Yêrêvanê di pirtûkekê de
dane çapkirin. Di çarçoveya çapkirina hemû berhemên Mûradov de, Lîs beşeke
zêrîn a vê kelepora me ya berfireh, Kilamêd Cimaeta Kurdan, bi serbilindî
pêşkêşî îro û sibehê dike.