Özet
Evdal, vê dinyê dişibîne
girtîxaneyekê û ji bo jê derkeve, ji bilî mirinê, li deriyekî din digere. Ji
ber vê berê xwe dide peyvan, wan dikole, ji xwe re riyekê vedike û ji vir
direve.
“ka emê ji xwe re sîwanekê çêkin
ji ewran
û giraveka ji bextewariyê li zeryaya
xeman”
Evdal, ji xwe re demsala pêncan û
roja heyştan ji peyvan çêdike. Ji helbestan artêşekê ava dike û li ber
şahînşahiya zemên radibe. Carinan dibe dirûnvanê peyvan, kirasê maran li bejna
gulekê diedilîne. Carinan dibe avahîsaz, ji kulekê qesrekê ava dike. Carinan
hêrs dibe û agir bi cêza peyvan dixe. Pişt re dibe peykersaz, ji ariya peyvan
peykerê zilmê çêdike. Carinan jî dibe wênesaz, ji dixana peyvan ewrên ku
dişibin nexşeya welatekî taromaro, xêz dike.
“divê em pel bi pel bişewitînin
kitêba zemên
û ariya wê têxin tora bayekî kur”