Korerê
Kurte
Jîyan rêyeke dirêj e. Di vê rêyê de gelek korerê hene ku rêwîyên daye
serê û hew dikarin jê vegerin. Di vê rêwîtîyê de bidestxistina mirazan gelekî
kêm û zehmet e. Di têkçûnê de korerê, di tenêtîyê de, di evînê de, di hevaltî û
dostanîyê de, li hemberî mirinê, di mezinbûnê de korerê her hene. Di her qadek
û danekî jîyanê de korerêyek heye û kesê ku berê wî neketibiyê nîne.
Ev kêlîk û demên têkçûnê kakilê “Korerê”yê ne. Korerê li ser bingeheke
melankolî lê ne melodramî hatiye lêkirin. Di “Korerê”yê de li gel çanda
xwemalî, xwegihandina çîroka cîhanê jî wekî hewldaneke berbiçav toximên xwe
reşandine. Yanî şêweyê jîyana herêmî û pejnên çandên dûr û berbelav hene ku ev
hevkelijandin gelekî li bejna çîrokan hatiye. Şopên nîhîlîzma Beckett,
fantaztîzma Borges, û hûrbijarîya çîroknûsên Tirk ên nifşê pêncî di çîrokên
Brahîm Ronîzêr de hene.
Korerê ji kêlîkên jîyana nûjen pêk tê, ji kêlîkên mirovên bêhnteg û bi
tenê. Ji wêneyên jîyana civakî û ya takekesî. Ronîzêr, van kêlîkan, bêhtir jî
van êşan carinan wekî wêneyekî rengîn û carinan wekî wêneyekî reş û spî radixe
ber çavan. Di vê rêwîtîyê de carinan guveguva bayê jîyana rasteqîn dibe
melodîyek û tê guhên me û carinan jî der û dergehên asoyeke bêserûber li ber me
vedibin; asoyeke hêmayî…
Korerê ji du beşan pêk tê; beşê pêşî yê “Korerê”yê ji heft çîrokan pêk
tê, beşê duyem “Wêneçîrok” jî ji duwazdeh çîrokan pêk tê. Çîrokên di “Korerê”yê
de bi giştî kurt û sade ne, heta mirov dikare çîrokên di beşê “Wêneçîrok”ê de mînîmal
jî bihesibîne. Her weha kurtebêjî taybetîyeke sereke ya van çîrokan e. Mirov
dikare bibêje ku çîrok ji zêdebarîyan azad in, tu zimangiranî û zimandirêjî di
çîrokan de peyda nabe. Di vê pirtûkê de her sê stûnên bingehîn ên hûnerê bi hev
re tên avêtin: Resenî, azadî, afirînerî.
Gava çîrokên “Korerê”yê bi rêzê
bên xwendin, tehma jîyaneke ji zaroktîyê heta bi pîrîtîyê hevgirtî, tehma
romanekê jî didin mirov.