Özet
Hemû berhemên menzûm ên
Kamiran Alî Bedirxan di kitêbekê de kom bûn. Berhema bi navê “Kulîlkên Ezêb” ji
9 beşan (kitêban) pêk tê. Di destpêkê de wergera bîranînên Bedirxan heye ku di
sala 1953yan de ji Thomas Bois re behs kiribû. “Dilên kurên min”, “Kulîlkên
ezêb” û “Çarînên Xeyam” berê wekî kitêb çap bûbûn.
“Strana kurdî”,
“Stranwarî”, “Dûrik” û “Qewl û ayîn” helbestên menzûm ên gelêrî ne ku di
kovarên “Hawar”, “Ronahî”, “Roja Nû” û “Stêr” hatine çapkirin. Yên “Roja Nû” jî
berî niha wek 3 cildan hatibûn çapkirin.
“Destnivîs” jî deftereke
piçûk e ku ji 52 rûpelên yek alî pêk tê. Destnivîsên Kamiran Alî Bedirxan in û
ji nivîsan xuya dibe ku di salên navbera 1931-34an de hatiye nivîsandin. Di
pirtûkxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de ye ev destnivîs, lê cara yekem e ku
tê weşandin.
Çapa taybet (bi cild û
şomîz) a berhemê jî derdikeve.
Kulîlkên Ezêb
Hemû Berhemên Menzûm
Destpêk (Bîranîn)
Dilê Kurên Mın
Kûlîlkên Ezêb
Strana Kurdî
Stranwarî
Dûrik
Qewil Û Ayîn
Destnivîs
Çarînên Xeyam