Kurd – Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd
Kurte
Etnografyaya Kurd ev serê sedsalekê ye bûye warekî dînamîk, ku gelek
zanyarên biyanî û Kurd ên mîna Diakonoffê pisporê dîroka Medyayê, Minorskyê
zanayê dîroka Kurdistanê, Bazil Nikitine, M. Emîn Zekî, Qanatê Kurdo, Turayev,
Pêkolêvsky, Petrovisky, Partt û Marr gelek xebat kirine. Nivîskarê vê pirtûka
bi navê Kurd, Destpêka Dîroka Etnîkî ya
Gelê Kurd, O. L. Vilcheviskjyê rojhilatnas, dîroknas û etnografê bi nav û
deng ê Sovyeta berê jî yek ji wan akademîsyenan e. Vilcheviskjyê ku bi Kurdî
gelekî baş zanibûye, di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di dema Komara Kurd a
Mahabadê de, li navçeyên kurdnişîn ên Îranê maye, wê hingê her çend hin raporên
nehênî yên negatîv li ser tevgerên Kurdan ji Yekîtiya Sovyetan re nivîsîbe jî,
beriya wê û piştî wê, wî bi dehan lêkolîn, pirtûk û bendên hêja li ser Kurdan
nivîsîne, lewma jî girîng e di warê etnografyaya Kurd de wekî yek ji
girîngtirîn kesan bê zanîn û xwendin.
Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar, ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya Kurd de ronî bike, yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniştevanên berê yên welatê Kurdan, jiyana koçeriyê, riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de, rola sewalvaniyê, rola kişt û kalê û dîroka eşîrên cihêreng ên Kurd.
Dîroka etnîkî ya Kurdan warek e, ku pêwîst e xebatên gelekî dûr û kûr li ser bêne kirin. Ev pirtûka ji rêza Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê ji bo kesên ku bixwazin hê zêdetir li dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin destpêkeke girîng e.
-------------------------------------------------------------------------------------------------
O.L.
Vilcheviskj - Yek ji wan rojhilatnas, zimannas, dîroknas û
etnografê bi nav û deng ê Yekîtiya Sovyetê yê sedsala 20’an e. Wî di derbarê
ziman, dîroka etnîkî, folklor, erdnîgarî û gelek mijarên din ên Kurd û
Kurdistanê de berhemên hêja li pê xwe hiştine.
Wî zimanê Îngilîzî,
Elmanî, Fransizî, Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdî dizanibû. Ji bo ew hînî za-ravayên
Kurdî bibe, her sal tev li çalakiyên folklorî yên Kurdî bûye.
Ji sala 1928’an ve, çend
salan di Enstîtuya Zimanên Rojhilatê yên Zindî de, dersên zimanê Kurdî dane.
Di çûna xwe ya di sala
1931’ê de ya li Qerebaxê û nasîna wî bi Kurdên Laçînê û Kelbecarê (Komara
Otonom ya Kurdistana Sor li Azerbaycana Sovyetê) re çêbûne û ew bûne bingehê
xebata wî ya zanyarî.
Di sala 1934’an de,
beşdarî Kongreya Kurdzaniyê ya Pêşîn ya li Êrîvanê bûye û ji bo yekîtiya zimanê
Kurdî pêşniyar kirine.
Wî nimûneyên foklorî yên
Kurdî, wekî nimûne, strana di der barê Bûdyonnî de berhev kirine. Ev stran di
sala 1927’an de ji devê kurdekî ji Wanê hatiye girtin. Wî destana Mem û Zîna
Ehmedê Xanî wergerandiye Rûsî û ew di sala 1938’an de di Berhevokê Çîrokên
Gelên Rojhilatê de weşandiye.
Wî di derbarê dînê
Êzdiyan de jî nivîsandiye û di sala 1935’an û di Enstîtuya Ziman ya Akademiya
Zanyarî ya Sovyetê de, çend mijarên di vî warî de yên wekî “Wariyanta Nû ya
Duakirina Êzdiyan” û “Nivîsên di der heqê Afirandina Êzdiyan de” xwendine.
Wî gelek gotarên zanyarî
yên wekî “N. Marr û Kurdistan”, “Nivîsên di der heqê Zimanê Kurdî de”, “Di der
heqê Terma Gotina Kurdî de” û “Pirsa Miliyetê li Iraqê” nivîsandine.
Wî di eynî wextî de, di
der barê florya, heywanên li Kurdistana Îranê, erdnîgarî û hewayê wê de
materyal berhev kirine. Ji bilî van, wî bername û daxuyaniyên partiyên Kurd ên
wekî Partiya Demokrat a Kurd a Iraqê –Hêwa, wergerandine bi ser zimanên biyanî.
Vilcheviskj, karê
pedagojiyê jî kiriye. Çend salan di Zanîngeha Petersburgê û Enstîtuya Zimanên
Rojhilatê de dersên zimanê Kurdî dane. Pişt re jî di der heqê dîroka Kurd û
Kurdistanê de xwendiye.
Di esnayê Şerê Cîhanê yê
Duduyan de, ew li Îranê di sefareta Yekîtiya Sovyetê ya Tewrîzê de, rawêjkerê
Beşa Heftan ê Rêvebiriya Beşa Parastina Rojhilatê, di bin unvanê Kapiten
(Neqîb) de kar kiriye. Di esnayê vê wezîfeya xwe de, peywendiyên wî yên baş bi
rêvebirên Partiya Demokrat a Kurd a Iraqê –Hêwa, yên wekî Hemze Ebdullah,
Mustefa Xoşnaw û Mîhrac Ehmed re hebûne. Di eynî wextî de bi rêvebirên Komeleya
JÊKAFê re jî tê-kiliyên wî hebûne. Di resmî hevdîtinên wan bi sefareta Sovyetê
ya Tewrîzê re, wezîfeya wergêrî ji aliyê O.L. Vilcheviskj ve hatiye kirin.
Xala herî girîng a
kirinên vî zanyarê hêja, poşmanî û lixwerexnegirtina nêrînên xwe yên di der
barê serîhildanên Kurdan ên di Kurdistana Tirkiyê de ye, nemaze ya di der barê
serhildana sala 1925’an a Şêx Seîd de ye.
Wî di sala 1966’an de
koça dawiyê kiriye.
Berhemên wî yên di
derbarê Kurdan de gelek in. Ji wan a herî baş tê zanîn û bi nav û dengtirînê
wan, ya bi navê “Kurd” e. Wî ew di sala 1960’an de bi Rûsî weşandiye.
Çend berhemên wî yên bi
nav û deng ên din jî ev in:
- Materyalên Zimannasiyê Li Ser Dîroka Rêxistina Civakî Di Kurdistanê de.
- Kurdên Mukriyan.
- N. Marr û Kurdistan; Ziman û Jibîrkirin.
- Bîblîyografya Çapemeniya Kurdî.
-----------------------------------------------------------------------------------------------
PÊŞGOTINA KURMANCIYA WÊ
Ev kitêba di destê we de, ya rojhilatnas, etnograf û Kurdnasê bi nav û
deng O. L. Vilcheviskj ye. Wî, ev xebata xwe bi navê “Kurd, Destpêka Dîroka
Etnîkî Ya Gelê Kurd” amade kiriye. Kurmanciya wê ji wergera Reşad Mîran a
zaravayê Soranî hatiye çêkirin. Di wer-gerandinê de xalên girîng û sîstematîka
birêz Reşad Mîran li ser meşiyaye, li ber çavan hatiye girtin. Wekî nimûne:
Hiştina bêje û gotinên latînî ya wekî xwe û nivîsandina îzahetên wan di
jêrenotên binî de. Ez di wê baweriyê de me ku ev sîstema han dê bibe sebeb,
xwendevanên kitêbê hem baş di naveroka kitêbê bigihin û hem jî alîkarî bike, em
baştir bi naveroka kitêbê re sadiq bimînin. Sebebe-ke vê ya din jî zehmetiya
peydekirina Kurmanciya van gotinan e.
Ew notên ku di biniya wan de “werger” hatine nivîsandin, me-best ji vê,
wergerê Zaravayê Soranî ye, yanî birayê Reşad Mîran e.
O. L. Vilcheviskj, rojhilatnas, dîroknas û etnografekî binavûdeng ê
Sovyeta berê ye. Li ser Kurdan bi dehan lêkolîn, kitêb û ma-qaleyên wî yên hêja
hene. Zimanê Kurdî gelek baş zaniye. Di mu-detê salên Şerê Cîhanê yê Duduyan de
û di esnayê damezirandina Cumhuriyeta Kurd a Mahabadê de li Îranê li navçeyên
Kurdnişîn de maye. Her çend wê çaxê di der barê tevgerên Kurdên li Kurdistana
Iraqê û hetta yên Îranê de hinek raporên nehênî yên negatîv nivîsandibe jî, lê
ev girîngiya lêkolîn û xebatên wî yên di der barê Kurdan de kêm nake. Di wextê
xwe de di navbera wî û mamoste Qanadê Kurdo de di vî warî de munaqeşe çêbûne.
Yekem kes e jî ku, piştî têza doktorayê ya Dr. Kemal Mezher Ehmed a li ser
karekterê Serhildana Mezin a Sala 1925’an a Şêx Seîdê nemir, ji nêrînên xwe yên
berî yên li ser vê serhildanê, paş de gav avêtiye. Ez vê ji qelema Dr. Kemal
Mezher bi xwe neqil dikim:
“... Yek ji wan Kurdnasên herî mezin ê Sovyetê û rojhilatnasê oto-rîte
V. Vilçewskî, bîr û raya xwe di der barê vê têzê de nivîsand û bi aşkera paş de
gavavêtinên xwe ji şaşiyên xwe yên kevn ên ser bûyerê nivîsandibû, da
xuyakirin, rastiyên wan netîceyên ku di têzê de di der barê serhildana 1925’an
de hatine, qebûl kir...”. (Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd. -Dr. Kemal Mezher
Ehmed, r: 58).
Bêguman di vê kitêbê de hinek îddîayên nivîskar hene ku careke din
hewceyê lêgerîn û lêkolînê ne û muneqeşe jî li ser dikarin bên kirin. Heta
netîceyên ji lêkolîn û lêgerînên xwe derxistine, dikarin dijî zanyariyên me yên
heta niha yên di van waran de bin. Ji ber vê yekê, ev kitêba han bi wan hemî
zanyarî, faktên dîrokî û analîzên kûr jî, hê ji wê dûr e ku girê û astengên li
pêşiya zelalkirina etnografya milletê Kurd, çareser bike. Lê divê bê zanîn ku
li gor dema xwe xebateke akademîk a serkevtî ye. Di kitêbê de hewildanek ge-lek
bi dil û can tê dayîn ku dîroka etnîkî ya gelê Kurd û ya navçeyên ew tê de
dijîn, bên ronîkirin.
Xaleke din a girîngiya vê kitêbê jî ev e, ku nivîskar bi radeyeke fireh
karên zana û rojhilatnasên bi nav û deng bi kar aniye û ew nirxandine. Wekî
nimûne: bi awayekî fireh serî li Diakonoff ê pisporê dîroka Medyayê, Minorsky ê
zanayê hêja yê dîroka Kurdista-nê, Nikitine, M. Emîn Zekî, Turayev, Pêkolêvsky,
Petrovisky, Partt, Marr û gelek kesên din daye. Ji bilî van, du çavkaniyên din
ên gelek hêja: Kronîka Karkadayê (Kerkûk) û Kronîka Adyabinayê bi kar aniye û
van her du çavkaniyan bi awayekî gelekî bi dîqet û kûr lê kolaye û gelek
zanyariyên girîng ji wan çinandiye.
Taybetmendiyeke din a vê kitêbê jî ev e, ku nivîskar hewl daye ji hemî
milan ve dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikole. Ji ber vê jî qîmeteke zêde bi
jiyana aborî û civakî ya rûniştiyên kevn ên navçeyê daye. Li ser rola
xwedîkirina heywanan gelek sekiniye û girîngiyeke mezin daye koçeran û riyên
çûn û hatinên wan ên li zozanan. Li ser rûniştiyên navçeyê yên bi zîraetê mijûl
bûne jî sekiniye. Ji bilî van, nivîskar hewlek zêde daye ku dîroka eşîretên
cihê cihê yên Kurd ronî bike.
Ez dixwazim vê yekê jî bêjim ku, hinek nêrîn û perspektîvên wî, divê di
çarçeveya siyaseta wê rojê ya Partiya Komunîst a Sovyetê ya merkeziyetî û hinek
xalên ku îro ji me re hîn ronîtirin, bên nirxan-din. Lê, bi rastî ev xebata han
a akademîk, ji ber cihdaneke fireh bi lêkolîn û nêrînên gelek pisporên
rojhilatnasî, dîroknas û Kurdna-san, qîmeta xwe zêde kiriye. Ji ber vê jî, em
dikarin bêjin: ev kitêb çavkanî û destpêkeke girîng e ji bo kesên bixwazin hîn
zêdetir dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin.
Di dema çêkirina Kurmanciya wê de girê û astengên herî mezin ên ku
derketin pêşiya min, navên şexsan ên bi alfabeya erebî hatibûn nivîsandin bûn.
Bi rastî jî dema navên latînî bi alfabeya erebî tên nivîsandin û piştre tên
transkirîpe kirin, gelek diguherin. Ger orîjînalê wan di nav kevanan de li ber
neyên nivîsandin, ji eslên xwe gelek dûr dikevin. Çi qas ji min hat ez li pey
nivîsîna orîjînal a wan navan ketim û min gelek ji wan jî peyde kirin. Bi vê
min xwest ku orjînalê wan çawan in bi wî awayî binivîsim. Lê mixabin min
neka-rî ez hinekan peyde bikim, ji ber vê jî min ew çawan tên xwendin bi wî
awayî nivîsandin. Xususeke din a ji min re zehmetî derxist, he-vokên gelek
dirêj bûn. Di vî warî de jî car din çi qas ji min hat min ew bêyî naveroka wan
biguhere kurt kirin. Lê bi ser vê de jî gelek ci-han ew mecal bi dest neketin
ku ew hevokên dirêj bên kurtkirin.
Bi vê xebatê, ez hêvîdar im ku feydek bigihe kesên ku di vî warî de lêkolîn û xebat dikin û bi kêrê zimanê Kurdî jî bê. Ez dixwazim vê jî bêjim ku, eger şaşî yan kêmasiyek hebe, ew bêhemdî çêbûne. A duduyan jî amadekirina xebateke Kurmancî ya mijareke akademîk û teorîk, bi rastî gelek zehmet e. Ji ber ku di vî warî de hê ne zêde berhem û ne jî termînolojiyeke rûniştî heye. Çi wextî be, dereng an zû, em mecbur in dest bi karên van cure babetan bikin. Ji ber vê jî, bila ev bibe destpêk, eger şaşiyek hebe ez ji niha de daxwaza lêbo-rînê dikim û hêvîdar im ku bi dilê xwendevanên hêja be.
Ziya Avci
KURD, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd
O.L.Vilcheviskj