Kurd Di Kitêbên Çar Cografînasan De Ibn Xurdadbih, Ibn Feqîh, Mesûdî, Îstexrî
Özet
Di nav ereban de cografya, serê
pêşî zanisteke teknîkî bû, lê paşê wek adab (tarîx, cografya, felsefe) jî
derket holê. Cografya edebî jî serê pêşî di salên 800î de wek beşeke dîrokê bi
pênûsa merivên zana, têcir, hecî, şagirt û xwendevanên ku serpêhatiyên
rêwingiya xwe nivîsîne, derketiye meydanê û piştre bûye weke zanyariyeke nû.
Çend nav ji wan kesên pêşî û
navdar ku berî salên 1000î bi nivîsîna cografyayê ve rabûne û kêm zêde di
berhemên xwe de qala kurdan û navçeyên wan jî kirine ev in: Ibn
Xurdazbeh/Xurdadbih (820-893) ku xwediyê kitêba Mesalik ul-Memalikê ye, Ehmed
ibn Ebû Yaqûb ibn Wadihê Katib el-Yaqûbî (m. 891) ku xwediyê Tarîxa Yaqûbî û
Kitab ul-Buldanê ye. Herweha xwediyê kitêbên bi navê Kitab ul-Buldan û
Muxteseru Kitab il-Buldanê Îbn el-Feqih Ebû Bekir Ehmed ibn Mihemed el-Hemedanî
(m. 340/951) û Futûh ul-Buldana Ehmed ibn Yehya ibn Cabirê Belazûrî (m.
279/892). Digel xwediyê Suwer ul-Eqalîma Ebû Zeyd Ehmed ibn Sehl el-Belxî
(850-934) û xwediyê Sûret ul-Erda Ebul-Qasim Îbn ‘Hewqelê Nuseybî/Nisêbînî (m.
977). Ji wan ne kêmtir jî xwediyê Mirûc uz-Zeheb we Me’adin ul-Cewher û Tenbîh
ul-Îşrafê Ebû Hesen Elî ibn Hiseyn ibn Elî el-Mes’ûdî (m. 956), xwediyê Mesalik
ul-Memalikê Ebû Ishaq Ibrahîm ibn Mihemed Farisiyê Îstexrî (m. 957) û xwediyê
Ehsen ut-Teqasîmê Şemsedîn Ebû Ebdulah Mihemed el-Meqdisî (m. 985) û gelekên
din.
Ji nav kitêbên van cografînasan
çar kitêbên ku di wan de li ser kurdan û welatê wan agahdarî hebûn, min ew
wergerandin kurdî û di vê berhevoka cografînasan de kom kirin ku ew jî ev in:
Ibn Xurdadabih, Ibn Feqîh, Mesûdî û Îstexrî.
Emîn Narozî