
Kurdên Qazaxistanê
Kurte
Divê tiştên hatine jîyîn em bibîr bînin. Lewre jibîrkirin, ji bo bîranînan
mirin e. Ka bifikirin... ew gelê ku ewqas derd kişandine, hatine surgun kirin,
meşa xwe di nav mirinê de kirine... ne hêja ye ku bîranînên wan yên keserkûr bên
jîyandin....? Dengê we tê guhê min ku bersiva we erênî ye... belê wisa ye. Divê
bihata nivîsandin ku neyê ji bîr kirin. Min jî wisa kir.
Di sala 1937ê dest pê dike surgun. Leşkerên Sofyêt, gundê Kurdên wê derê
dagir dikin û nîvê şevê dibêjin "bar kin hûnê ji vir derkevin". Çima,
li ku ve… çi kes nizane Bi vê biryarê ve Stalîn, berê Kurden Nexçîvanê dide waren
sar û seqem yên Qazaxistanê. Ser trênên heywanan, di haleke dijwar de rêwîtî
bidawi dibe. Di vê rêwîtîyê de yên dimirin dimire yê din ji xwe di nav
tenêtiyek zîz de dibine.
Di wan demên dijwar de Prof. Dr. Nadîr Nadirov hêj pênc salî ye. Ev zarê
piçûk di nav wan pevçûnanan de mezin dibe serê xwe natevîne. Di dawiyê de jî
dibe kesek dewlemend û mereşalê pitrolê. Di şerê cîhanê yê duyemîn de dîsa Kurd
li hember Hîtler ber bi cepheyan ve têne şîyandin. Ve carê Kurdên Ahiskayê
trêna tên bar kirin û ber bi Qazaxistanê ve tên surgun kirin, Gava şervan ji
şer vedigerin, lê dinerin zar û zêçê wan hatine tune kirin. Çi bi zar û zêçê
wan hat. Bersiva vê pirse ye ev pirtük...
Kurdên Qazaxistanê
Pirtük serpêhatiya gele ku li welatê xwe digere ye. Qala surguneke keserkûr,
têkoşîneke dijwar û kelijandina birînekî dike. Ev kiteb bi meqseda jîyandina
hin bîranînan hatîye zimên. Min jî oksîjen da wan bîranînan.
Hêvî dikim ku dê bibe sedemê xwenasîn û têkoşîneke nû