
Kurdistan Tu Yî Dayika Min
Kurte
Tiştên ku gelên bindest
li ser pîyan dihêlin bêguman ronakbîr û kesên ku xwe girêdayîyê (pêbendî) gelê
xwe dibînin. Lê gelên bindest yên bê ronakbîr wek “Girara bê rûn û bê tam in”!
Gelên wiha di pêvajoya çerx û demê ra sist û pist û pişt ra bê hêvî, berbelav û
wenda dibin. Jixwe tê zanîn ku “dewletên zordest” bi taybetî kesên ronakbîr,
zana û hunermend ji xwe ra dikin armanc û dijmin, ku bikaribin hemû kesên zîrek
û “bi xîret” bixin xizmeta sîyaset û propagandaya xwe. Dewlet vê sîyasetê bi
taybetî bi rêya mamosteyan di dibistanên xwe da li dijî berjewendîyên gelên bindest
dimeşînin (binêr helbesta –were mirin-). Armanca wan tê zanîn û her yek e:
Dixwazin gelên bindest bê nasname, bê ziman, bê çand, bê dîrok û her wiha bê
hêvî bihêlin.