Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî
Kurte
Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji
roman, kurteçîrok, helbest û wergerên ji wêjeya cîhanê bigirin heta bi berhemên
lêkolînî, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên
weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya
xwe ya weşanê ya 2012’an de, Kurdistan û Kurd, Lêkolîneke Siyasî û Aborî,
berhema lêkolînî ya Dr. ‘Ebdurrehman Qasimloyê kesayetê Kurd ê gewre, bi
lêanîna Ziya Avci ya ji Soranî bo Kurmancî, di çarçoveya Lêkolînên Kurdewar
de, di rêza Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê de weşand.
Kurdistan û Kurd
– Lêkolîneke Siyasî û Aborî, heştemîn pirtûka Lîsê ya rêza bi navê Lêkolînên Kurdewar,
li ser rewşa Kurdan a siyasî û aboriya Kurdistanê ya beriya sala 1965’an e, ku
di vî warî de çavkaniyeke serekî ye.
Çîroka çapbûna Kurdistan û Kurd – Lêkolîneke Siyasî û Aborî dûr
û dirêj e, ku nivîskar Qasimlo bi xwe dibêje, “Min bi pêşniyarkirina hevalekî,
di sala 1957’an de dest bi nivîsîna pirtûkê kir û pirtûk di sala 1962’yan de ji
bo çapê amade bû.” Tê zanîn ku pirtûk cara pêşîn bi Çekî
hatiye nivîsîn, lê çapa wê ya yekemîn bi Slovakî di sala 1964’an de derçûye.
Paşê li Pragê û li Londonê du çapên pirtûkê yên bi Îngilîzî derçûne. Çapa
pirtûkê ya bi ‘Erebî cara pêşîn ji ber çapa wê ya bi Îngilîzî derketiye. Bi dû
re, pirtûk di sal û deverên cuda de bi gelek zimanên wek Polonî, ‘Erebî,
Îngilîzî, Tirkî, Kurdî (bi Kurmancî û Soranî) çap bûye.
Nivîskar Qasimlo bi
hûrgilî li ser rewşa aborî û siyasî ya her parçeyekî Kurdistanê rawestiyaye û
daneyên balkêş pêş me kirine. Dema ku mirov berhemê dixwîne, ji ber hînbûna
tiştên gelekî balkêş û girîng kelecan li mirov radibe. Nivîskar mijarên wekî
çem, deryaçe, daristanên û xwezaya Kurdistanê, serjimar, dîn, ziman û wêje,
xwendina Kurdan, dîroka Kurdistanê ya kevn û nêzîk, dabeşbûna Kurdistanê û
encamên dabeşbûnê, peywendiyên Kurdan li gel cîranên wan, siyaseta dagirkeran
li ser Kurdistanê, têkoşan û serhildanên Kurdan, li her parçeyî, ji her aliyî
ve rewşa Kurdan, xwedikirina pez û dewaran, cotkarî, çandinî, li Kurdistanê
dîroka milkiyetê, milkiyeta axê, nîvekarî, hilberana pêtrolê û berawirdkirina
pêtrola Kurdistanê li gel a welatên cîhanê û gelek babetên din têr û tijî û bi
hûrgilî rave dike û heldisengîne.
Pirtûk, li ser
aborî û rewşa siyasî ya Kurdistanê be jî, di beşa pêşîn de behsa erdnîgarî,
dîn, ziman û wêje û dîroka Kurdistanê dike. Di behsa dîroka Kurdistanê de, ji
aliyê aborî û siyasî ve gelek daneyên balkêş hene. Nivîskar di vê beşê de bi
gelemperî li ser dabeşbûna Kurdistanê û rewşa van parçeyan rawestiyaye. Wekî
din, di vê beşê de, bi behsa gelek bûyer û mijarên curecur re, behsa serhildan
û bizavên Kurdan ên wê demê dike û li ser sedem û armancên wan radiweste. Beşa
duyemîn bi hûrgilî behsa aboriya Kurdistanê û çavkaniyên wê yên li ser û binê
erdê (bi taybetî jî behsa pêtrolê) dike. Dîsa di vê beşê de yeko yeko, li kîjan
parçeyê Kurdistanê rewşa aborî û civakî çawa ye, vedibêje. Beşa sêyemîn a
pirtûkê li jêr serenavên wekî Karakterê
Taybetî yê Meseleya Kurd, Rewşa Niha
ya Kurdan, Cihêbûnên Neteweyî yên
Kurdan, Karakterê Xebata
Rizgarîxwaziyê ya Gelê Kurd û Mafê
Qedera Xwe Bi Xwe Tayînkirina Neteweyan behsa Pirsa Kurd dike.
Dr. ‘Ebdurrehman
Qasimlo, di 22’yê Berfanbara sala 1930’yî de, di malbateke dewlemend û navdar
de, li bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Wî xwendina xwe ya
seretayî û navînî li Ûrmiyeyê kuta kir, pişt re, ji bo ku bi xwendina xwe berdewam
be, çû Têhranê. Li ser helwesta kurdheziyê, wî çalakiyên xwe yên siyasî ji sala
1945’an û pê ve, dema ku hê di panzdeh saliya xwe de bû, bi damezirandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana
Îranê, li Ûrmiyeyê dan destpêkirin. Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mahabadê
(1946) têk çû, Dr. ‘Ebdurrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din
xebata xwe ya siyasî bi rengekî nehînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Pişt re
ew bû endamê fermî yê Hizbî Dîmoqratî
Kurdistan.
‘Ebdurrehman
Qasimlo di hejdeh saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû Frensayê. Piştî demekê,
ji wir çû Çekoslovakyayê, piştî ku li Zankoya Pragê lîsansa xwe ya di warê
siyasî-civakî de wergirt, di sala 1952’yan de, çaxa desthilatdariya Dr. Mihemed
Musediq, vegeriya Îranê û di xebata li dijî rejîma selteneta Şah Riza Pehlewî de
beşdarî têkoşanê bû.
Dr. Qasimlo piştî
pênc salan careke din vegeriya Çekoslovakyayê û di sala 1962’yan de ji Zankoya
Pragê doktoraya xwe ya di para aboriyê de wergirt.
Dr. Qasimlo heta
sala 1970’yî li Zankoya Pragê bi dayîna dersên aboriya kapîtalîst, aboriya
sosyalîst û teoriya geşedana aboriyê bi mamostetiya xwe berdewam bû.
Wî ji sala 1976’an
heya 1978’an, di Para Ziman û Bajarvaniya Kurdan de, li Zankoya Sorbonneê, li
Parîsê ders dan.
Qasimlo, roja 13’ê
Pûşpera sala 1989’an, dema ku berdevkên Komara Îslamî ya Îranê pê re muzakere
dikirin, ji aliyê yek ji berdevken Komara Îslamî ya Îranê ve, tevî du hevalên
xwe hat kuştin.
Navdartirîn û
girîngtirîn berhema Dr. ‘Ebdurrehman Qasimlo, ku teza wî ya doktorayê ye,
pirtûka wî ya bi navê Kurdistan û Kurd –
Lêkolîneke Siyasî û Aborî, lêkolînên wî yên bi şêweyê akademîk û zanistî li
xwe digire û ji ber vî awayî, berhemeke qorzîber e, ya ku pêwîst e hemû
xwendevanên Kurd ên baldar û lêkolînerên Kurd tevî pirtûkxaneya xwe bikin.
Kurdistan û Kurd –
Lêkolîneke Siyasî û Aborî
‘Ebdurrehman
Qasimlo
Lêanîna ji Soranî:
Ziya Avci
Lêkolînên Kurdewar,
292 rûpel
Pûşper 2012
Lîs, Amed