
Kût
Kurte
Dengê xwe nekir lê dudilî
ma. Tiştek negot. Em ji gundê Xalîqişlayê ber bi Dîgorê ve diçûn. Sînorên ku
çemê Erez di navbera Tirkîye û Ermenîstanê da xêz dikir, xilas bû û vê carê
çemê Arpaçayê bû sînor. ‘Erdên Ermenîstanê ji dûr ve reşeve dikir, hemû çiya û
banî bû, cihekî rast tune bû. Çemên ku bûne sînor jî wekî madenciyan erd
dikolandin, geliyên kûr li pey xwe dihîştin. Tam li eksa çemê Erez, çemê
Arapaçayê bêherrî û paqij bû, bûbû hêlîna çivîk û berazan. Sînorên bi destê
însanan çêkirî her tim ez xemgîn dikirim. Mi digo ma sûcê çem û çiyayan çi ye,
hûn wan ji xwe ra dikin me’ne û gundan, bajaran heta heywanan ji hev
vediqetînin. Gelo dema min li Qersê lîse dixwend, di otobûsên dûmanên cixare
tije da ev xwezaya li dor sînoran wekî maran dikişî mîna vê rojê li min vedida
an na? Nê bîra min. Dê û bavê min ez li otobûsê siwar dikirim, diya min çav li
hêsîr tije, bavê min bi hesret; zûr li çavê min dinêriyan, kelegirîyek min
digirt, bi demê ra ew kelegirî bû her tiştê min bû bahola min bû kitêba min, bû
eynika min, bû nanê min, mîna zeytûnên hêşîn, av hêdî hêdî tehlbûna wê bir