Lalîxan
Özet
Lalîxan, li mehîna ku
Mîrê Cizîrê dayî Derwêş Axa suwar e. Hesam jî li cuwanîya wê mehînê suwar e.
Mehîna di bin Lalîxanê de wekî cuwanî- ya xwe dibîne dihîre. Cuwanî jî wekî
dîya xwe dibîne qesta dîya xwe dike.
Lalîxan ji pîrekên
berbûlîyan dipirse: Ev suwarê bi alîyê me ve tê kîye?
Berbûlî dibêjin: "Ew
Hesam e."
Wekî Hesam nêzîkî
Berbûlîyan dibe, Lalîxan serûka xwe ji ser serê xwe radike. Spehîtayîya
Lalîxanê roj bû li pêşberî Hesam. Hesam wek berfa nîsanê xwe li ber tîrojên
tava Lalîxanê nedi- girt. Bedewîya wê çavên Hesam kor kirin. Awirê çavê
Lalîxanê, Hesam melûl û bêçare kiribûn. Ew awirên tehditkar, wek tîroja birûskê
di giranîya çavên Hesam de xwe diberdan rayê qolinca wî. Wan awirên dijwar, hiş
û sewdan di bedena Hesam de fetisandibûn. Ji qehra di kunkê pozê Hesam re xûnê
avêt. Hesam serserkî li erdê ket. Spehîtayîya Lalîxanê bû êş û elem. Mejî ji
sêrî çû. Hesam ne dîn bû lê hal gihayê. Hesam ji erdê radikin.Wekî Lalîxan,
bejn û bala Hesam dibîne, ne bi dilekî bi sê sed dilî dil dikeve Hesam.
Lalîxan van çend gotinan
dibêje: "Hesamo dîno çiqas dîn î,
Qey ji hire (ji vir) û
Xesxêr terafê Şamê bû,
Tu jinmam û dohmamê,
Dişîyênî xwazgînî.”