Lalo Kerîm
Kurte
Di salên 1950-1953î de
karkerên kurd li Germiyanê, Herêma Horînê, Şêxanê, Deşta Dizeyê û li herêmên
cuda yên Iraqê jî cotkar û Iraqî li dijî axa û derebegên serdemê, rejimên
paşayetiyê serî hildane. Bizava çîna karker û cotkarên kurd, di pexşanên wê
serdemê yên kurdiya soraniyê de jî cî girtine. Yek ji wan peşxana jî berhema
Lalo Kerîm a Cemal Nebez e.
Zûrbûna Cemal Nebez, li
ser sitem, zehmetî, nebûna yeksaniyê, pirsa çîna karker û rêncberan a li nava
civaka kurdî ye û ji ser jiyana Lalo Kerîm tê vegotin ku Lalo Kerîm mirovekî
“namo” ango bêgane ye….
Lalo Kerîm, kesayetê sereke
yê berhemê kalekî zeyîf e û milên wî sist in, li gundekî ne diyar e û dev û
çavên wî li yên xelkê gundî jî naçin. Bi zarekî taybet qise dike ku ew zar jî
ne weke yê xelkê gund e. Lalo Kerîm, serpêhatiya namoyekî ango biyaniyekî li
nava komelgeha cotkar û karker a kurd.
“Lalo Kerîm” piştî “Di
xew de” û “Meseleya Wijdanê” sêyemîn pexşana kurdî-soranî ye, sala 1956an çap
bûye. Wek herdu çîrokên pêşî pir serkeftî ye. Hersê jî tevî ku ê destpêkê ne,
di nav berhemên herî baş ê edebiyata kurdî de ne.
Berhem serboriya Lalo
Kerîm û du pêşekiyên Cemal Nebez ên di qonaxên ciyawaz ên salên 1968 û 1986ê
nivîsîne li xwe digire.