Lehî
%20İndirim
120,00 TL
150,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare767
Yayınevi
Avesta
Yazar
Firat Cewerî
Sayfa Sayısı
224
Kitap Adı
Lehî
Dili
Kürtçe
Ebat
13.0 x 19.5 cm
Basım Yılı
2014
ISBN
978-605-52799-5-0
Basım Bilgisi
3. Baskı, Çapa 3'yan
Fiyat
150,00 TL + KDV
*120,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte
"Ez di nav rastî û xeyalan de dijiyam. Rastî û xeyalên min carina bi hev re mîna babîsokekê li ser serê min radibûn, ez dikişandim û dibirim. Ez carina ji xwe, ji rastiya xwe, ji serborî û bîranînên xwe bi dûr diketim û tenê dema niha dijiyam; carina jî min digot tep û ez li erdê diketim û bi hemû rastiyên xwe dihesiyam. Ev çi bû ya ku hatibû serê min?"
Romana Firat Cewerî ya bi navê Ez ê yekî bikujim ku di çapemeniya kurdî û tirkî de dengekî bilind vedabû û bal kişandibû ser birîneke me ya kûr, vê carê derbasî Lehiyê dibe. Lehî wek dewama Ez ê yekî bikujim bi serpêhatiya hersê karakterên sereke; Dîana, Temo û Nivîskar dewam dike. Temo kî kuşt? Çi bi Dîanayê hat? Nivîskar di rewşeke çawa de vedigevize? Kî û çi bûye sebeba trajediya jiyana van lehengan? Cewerî bi hostetî dadikeve kûraniya ruhiyeta karakterên xwe, bêyî ku alî bigire, balê dikişîne.
ji Kitêbê
Sal tu hêviyan nadin min. Ez hertim xwe dispêrim salên buhurî û her saleke buhurî ji salên nediyar ên pêşerojê xweştir dibînim. Belkî tu ferq dikî Lehî, tu rewşa min dibînî, her ku diçe dinya li min tengtir dibe, der û dor li min tengtir dibin, carina bi zorê bêhna xwe didim û distînim. Carina tu dibêjî qey hinan ez xistime binê bîrekê û deriyê bîrê li ser min girtine. Ez diqîrim ha diqîrim, lê dengê min li min vedigere. Ez bi xêra nivîskariyê li ser lingan bûm, du gotinên ku bi dengên efsûnê diketin guhên min, derbasî dilê min dibûn û paşê diketin ser kaxezê, ez ji hemû kul û derdên dinyayê, ji hemû koşk û serayên dinyayê û ji hemû esmer û zeriyan bi dûr dixistim û diketim kirasê pêxemberan. Êdî ew gotin zû bi zû nakevin guhên min û ji dilê min naniqutin ser kaxezê. Êdî hibra min ziwa dibe Lehî. Hibra min ziwa bibe jî ez ê nemînim. Jiyan ji bo min gotin in, gava gotinên min nemînin wê jiyan ji bo min maneya xwe wenda bike.
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!