Leqat
Kurte
Ji ber wê,
gava Şêx Seîd Efendî berê xwe da Dîyarbekirê û dengê Dimilîyan bilind bû gotin;
“Prodo paşa çinyo.” Ev ji bo xelasîya ji bin zilm û zora dewletê, ji min re jî
bû hêvîyek. Şêx Seîd Efendî li hemberî zilm û zordarîyê serî hildabû. Ji ber wê
hemû qaçax û firarên dewletê tevli murîdên Şêx bûbûn û bi halanên “Prodo paşa
çinyo” ji her du hêlên Dîjleyê ve ber bi başûr ve dikişîyan. Ji wan qaçaxan yek
jê jî ez bûm. Gotinên Şêx wek şîr û şekir bûn. Me yê xwe ji bin vê zilm û
zordestîyê rizgar bikira. Êdî em ê bixwe bûbûna xwedîyê hikmat û dewletê. Êdî
beg jî em bûn, paşa jî em bûn. Ma ji vêya xweştir! Me yê bi kevirêkî du-sê qûç
xera bikira û di şûna qûçan de qesr û qonax ava bikirana. Ji bo van xewn û xeyalên xweş, em ji çiya
daketin deştê û qefle bi qefle gîhan ber bedenên Dîyarbekirê.
(Ji
romanê)