Lerz
Özet
Gula Strîstanka ya piştî
gelek kêferatan terka mêrê xwe dike û du zarokên xwe bi cih dihêle, ji Stembolê
dide rê tê li Diyarbekirê bi cih û war dibe. Bi israr û hewldana hevaleke xwe
dest pê dike romaneke otobiyografîk dinivîse lê çi bigire hê di nîvê rê de
nikare projeya romana xwe bibe serî. Romana nîvco ya ku paşê dê navê Lerzê
bigire, diçe ber destê Brahîm Aramê nivîskarê naskirî li Diyarbekirê û Aram
romanê ji cihê mayî temam dike, li ser navê xwe dide çapkirin.
Ev romana ku ji aliyê du
nivîskaran ve hatiye nivîsîn û bi lîstikên edebî dagirtî ye, bi pirvegêrî,
pirdengî û çîroksaziyeke têkel neynikê dide ser gelek aliyên civaka me, hin
caran rexneyê lê digire û me vedikişîne nav hesabpirsînekê: rev(andin), kuştin
û binpêkirina jinan; serdestiya mêran, malbat û civatê; nakokî û dubendiya
partî û partîgiran; pevçûnên dînî-neteweyî; cerdevanî û derketina çiyê; komên
xwendinê û civat û caxiyên nivîskaran; nîqaşên ziman û edebiyatê… û heta bi
Pallê jî, dibin mijara vê romanê.
Pîro xwendevanan
vedixwîne ku hevdem li gel xwendina xwe, Lerzê ji nû ve binivîsin.