Leyl-name
Kurte
" Eşq hembêzkirin û di koşe û axûşê de razan e, di sîng û ber
û paxila wê de sotin e, di koşê de mirin e, mirin e, vejîn e. Eşq cihê razan û
nivistinê y, li wê dere mîhrab heye; eşq nivîn in, di wê dere de derya heye;
eşq sere banan e, di wê dere de esman hene; eşq esman e, dî wê derê de melekût
heye… eşq germbûn e, di wê dere de heliyan heye… eşq daxwaz e, nizanim k adi wê
dere de … çi heye …”
Di bin siya Gotinên Alî Şerîatî ên Tenêtiyê de… Û ji bo ruhê Dr. Şehîd Alî Şerîetî ku xwe ji Diwarên her ‘çar zindan’ an rizgar kir û gihişte şeb-i arusê û azad bû… Te ji bo xwe Kevir nivisî û min jî ji bo te Leylname… Te wesiyet kir ku te bibin cem Hz. Zeyneb’ê, wesiyet min e ku ez jî werim ba te/we… Wel-Leyl… Wel-leylî îza seca… Sond bi şevê be ku… Gece’ye andolsun ki…