Leyla û Mecnûn
Kurte
Latînîzekirin û amadekar: Mehmed Emin Hêvîdar
Di sala 1884an da hatîye
nivîsandin. Sernavên wê, hemî bi Kurmancî ne. Ji 20 sernavan pêk tê. Bi giştî
ji 1879 beyt (malik) in. Ew bi wezna arûzê û bi şiklê mesnewîyê hatîye
hûnandin.
Mecnûnî,, digel peder bi meş hat
Babê wî, gelek bi dilkî xweş hat
Hatin ku di konê bûne sakîn
Walîde û cumle ehil, hatin
Wan, kir’ne tesellî boyî Mecnûn
Bes tu birijîne eşkê pur-xûn
Bo xatirê wan du-sê eyyaman
Rûniştî, di gund de; bûye mîhman
Hasil, nedişî bike sikûnê
Her, fikr û xiyalê wî, li çûnê
Behra dilê wî, bi pêl û coş hat
Bêhemdî, bi gazî û xuroş hat
Dîsan kete çol û deşt û sehran
Mesken tune, şubhê avê behran
Her dem bi hewar û wayê weyla
Dewran dike, ew bi ‘işqê Leyla