Li Çiyayên Andê
%20İndirim
216,00 TL
270,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare527
Yazar
Mario Vargas Llosa
Sayfa Sayısı
298
Kitap Adı
Li Çiyayên Andê
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,0 * 19,5 cm
Basım Yılı
2016
ISBN
978– 605–90825-1-8
Çevirmen
Wergera ji spanyolî: Ciwanmerd Kulek
Fiyat
270,00 TL + KDV
*216,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte
Yekem kitêba koleksiyona Banê Gerdûn “Li Çiyayên Andê” a Mario Vargas Llosa, bi wergera Ciwanmerd Kulek DERKET!
Çawîş Lituma, fermandarê qereqola Naccosê, ligel tekane eskerê qereqolê, yawerê wî Tomás Carreño, şopa sê kesan digerîne ku li pey hev li vî gundê dûrîdest ê li çiyayên Andê wenda dibin. Serpêhatiya evîna esker Tomás a bi Mercedesê re şevên wan ên tenha dadigire, çîroka êş û kula dilekîbirîndar wan bi hevaltiyeke henûn bi hev ve girê dide. Dema bi hev re meseleya windayiyan dikolin, li aliyekî tundûtûjiya bê hed û hesab a şervanên maoîst ên Rêya Ronî, li aliyekî jî bawerî û xurafeyên kevnar ên gelê navçeyê li ber çavan tê raxistin. Roman rûpelekî ji dîroka Perûyê, ligel mîtolojiya qewmên wê yên binecih, bi hostehiyeke bilind vedibêje û mirov matmayî dihêle bi vegotina xwe ya ku serpêhatiyên xerîb, seyr û sawnak mîna ku gelekî nas û nêzîkî me bin nîşan dide. Vê berhema girîng a Mario Vargas Llosa, yek ji nivîskarên herî mezin ên edebiyata Emerîkaya Latîn, ji alî Ciwanmerd Kulek ve ji zimanê wê yê resen bo Kurdî hat wergerandin û ferhengokeke bo manekirina peyvên taybet ên di zimanê yekemîn de û hin peyvên pêwîst ên di Kurdî de lê hate zêdekirin. “Ez gelekî heyran û hijmetkar im li hember milletê Kurd û dîroka wan a dilsoj.Ez dixwazim bi van rêzikan, ligel daxwazên xwe ên herî mezin ên bo serkeftina vî milletî, silaveke ji dil û can bişînim bo xwendevanên xwe ên di vî zimanî de.”
Li Çiyayên AndêMario Vargas Llosa
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!