Lis

Li Goristaneke Amedê

%20İndirim
120,00 TL
150,00 TL
Kategori
Marka
Lis
Stok Kodu
bijare163
Yazar
Osman Sebrî
Sayfa Sayısı
111
Kitap Adı
Li Goristaneke Amedê
Dili
Kurdî
Ebat
12.5 * 20.5 cm
Basım Yılı
Çapa Duyem: 2016
ISBN
978-975-61792-9-1
İlk Baskı Yılı
Çapa Yekem: 2007
Fiyat
150,00 TL + KDV
*120,00 TL den başlayan taksitlerle!

Kurte

Helbestkar û nivîskarê nemir Ap Osman Sebrî yê ku di 57 hejmarên Hawarê de ji nîvîyê bêhtir nivîsên wî hatine weşandin, di heştê û heşt salên temenê xwe yê dirêj de, hema hema di her warê nivîsînê de berhem dane.

Ev berhema bi navê “Li Goristaneke Amedê” ji çîrokên nivîskêr ên ku ji Hawar û Ronahîyê hatine wergirtin pêk hatiye, li gor mêjûya nivîsandina wan hatine rêzkirin û hatine berhevkirin di di pirtûkekê de.

Berhema ku ji deh çîrokan pêk tê bi çîroka bi navê “Li Pêşberê Yarê” dest pê dike ku bi şêwevegotina nameyê û bi awayê xîtabî hatiye nivîsandin. Xîtab ji devê lehengê çîrokê, an ku ji devê çîroknivîs bi xwe, bi awayê helbestî hatiye kirin.

Di çîroka “Li Goristaneke Amedê” de; lehengê ku ji ber bêhntengîya xwe dihere kevîya Behra Sor, li wê derê ji ser hişê xwe ve dihere û dikeve deryaya xeyalan, derûnîya hemû rewşenbîr û pêşewayên Kurd ku ji welatê xwe dûr ketine, vedibêje. 

Çîroka “Şeytanqûnî” ku ji sê beşan pêk tê, li ser hîmê xurefeyên di nav çanda Kurdî de ava bûye. Heger ev çîrok di dema nivîsîna xwe de li zimanên din bihata wergerandin, dê bi teqezî cih di nav çîrokên klasîk ên wêjeya cîhanê de bigirta.

“Beraz û Berazî” çîrokek e ku nivîskar dixwaze wateya êla Berzaîyan bi rêya honakekê bi xwendevanan bide naskirin. Li vir şêwevegotina Ap Osman Sebrî ya bi meqseda hînkirinê jî eşkere dibe. Jixwe warê çîroka li dû vê çîrokê jî heman war e. Ji ber weha mirov bêyî ku xwe xerîb bihesibîne bi rehetî çîroka dîtir dixwîne.

Bi giştî, şêweyên vegotina Ap Osman Sebrî ya çîrokan, di dema xwe de gelekî pêşketî bûn ku ev şêweyên vegotinê heta niha jî tên ceribandin.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Li Goristaneke Amedê bijare163
Li Goristaneke Amedê

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.