
Li Virê Siwar Li Wirê Peyar
Kurte
Roja çarê:
Ez, dayik û bavê xwe û
ligel Ehmedê bira diçin Xanê. Qonaxa ber dilê min Kanîka Xidirê ye lê em heta
Dûpirkê diçin. Li wir, em ji xwe re firavîneke xweş dipêjin, têr bêhna xwe
vedidin û paşê vedigerin. Em ji Gûzereş heta bi Xanê bi pêyan diçin.
Her tişt rast bû, xweş tê
bîra min. Vizeviza drone û herronan ser serê me bû. Me ew nedidîtin lê guveguva
wan gelek xweş dihat. Wekî mêşa bi hundirê kundiran ketî, guveguv gelekî xweş
bi ber guhê me diket. Gelo Ehmed dê çi nav li van firfirokên sîxurî bikira? Bi
îhtîmaleke mezin wî dê bigota, “Te dî yên me bo teyarê jî navekî xweş darêtiye
û gotiye ‘balafir’. Ev nav li bejn û bala zimanê me jî difesile. Nexwe ma çima
em jî li gorî heman mantiqî navê ‘dîdefir’, ‘dîdefirok’ bi kar nebin? Heta li
gorî navên kevnar jî em dikarin, tiştekî hêj otantîk peyda bikin. Te dî, di
dastaneke Kurdî de, navê dîtinhezar heye. Çima em navekî ser vî binameyî lê
neguncînin? Bo nimûne: dîtinfirok, çavê firinde...” Ez bi van xeyalan mijûl
bûm, min dî dayika min got, “Berxê min, ez dibêjim em ji Dûpirkê bi wêdetir
neçin dê bo me baştir be. Bila Kanîya Xidrê îro bimîne. Te dî ji spêda Xwedê ve
ye, guveguva Çavê Esmanan e, li ser serê me digerin.” Ev navlêdanîna bi “çavê
esmanan” bo drone û peykên ezmanî, nizanim çima, li cihekî di dilê min de,
gelek kêfa min îna û min di naxê xwe de got, bi rastî jî her zimanî mucîzeya
xwe ye.