Mela Huseynê Bateyi
Özet
Mela Huseynê Bateyî
Melayê Bateyî di edebiyata kurdî ya klasîk de piştî Ehmedê Xanî xwedî cihekî
muhîm e. Lewra cara pêşîn wî mewlida hezretî pêxember bi kurdî nivîsandiye.
Hetanî wê demê kurdan mewlida erebî ya ku ji hêla Îbnû Hecerê Heytemî ve hatibû
nivîsandin di rojbûna pêxember de dixwendin. Piştî ku Melayê Bateyî bi kurdî
nivîsand, kurdan êdî mewlida wî xwendin û ev mewlid di medresên Kurdistanê de
piştî qedandina Qur’anê bû kitêbek ji kitêbên rêzê ku feqiyan dixwendin. Ev
kitêb li ser jiyan, berhem û helbestên Mela Huseynê Bateyî ji hêla amadekarê
kitêba Feqiyê Teyran M. Xalid Sadinî ve hatiye amadekirin. Di vê xebata hêja de
ji xeynî mewlida wî gelek şiîrên wî jî cih digirin. Bi saya vê xebatê dê
haydariya xwendevanên kurd ji klasîkan zêdetir çêbibe û dê dewlemendiya
kelepora kurdan baştir bê xuyakirin. Mela Huseynê Bateyî her wekî ji navê wî tê
zanîn mela û seyda bûye. Mirovekî oldar, xwedêtirs û zanyar buya. Her wisa
mirovek cesur bû bi şece’at bûye. Her wekî di serpêhatiyên li ser wî hatine
gotinê de pêwendiya wî û mîran pêwendîyeke payebilind bûye. Ew ’alimek û
aqildarekî dîwana mîr bûye. Em vî tiştî jî ji helbestên wî dizanin. Her wekî
mewlûda wî helbest û qasîde û methên wî li ser devê xwendavan û zaneyên deverê
niha jî ji ber in. alem li ber mewlûda wî dawetîyan dide û di xer û şerên xwe
de ve berheme dixwîne. ***