MELANASÎ Melayê Cizîrî û Mîrasa Wî

%25İndirim
300,00 TL
400,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare2788
Yayınevi
Peywend Yayınları
Yazar
Kollektîfa Akademiyê ( Abdulhadi Timurtaş, Yakup Aykaç, Hemîn Omer )
Sayfa Sayısı
493
Kitap Adı
MELANASÎ Melayê Cizîrî û Mîrasa Wî
Dili
Kurmancî
Ebat
13.5 x 21.0 cm
Basım Yılı
2023
ISBN
978-6257-568-26-5
Fiyat
400,00 TL + KDV
*300,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Melayê Cizîrî digel şairtiya xwe di şecaet û wêrekiyê de jî dersek dide me û jixwebaweriya me ya wendabûyî cardin dihêne bîra me ku bêtirs qiyasa xwe bi giregirên şi’rê re dike. Çimku dizane ku di iqlîmê suxen de mîr, di şi‘rê de cihangîr ew e. Lewma jî Mela ji bo ku fesahet û belaxeta xwe nîşan bide ji şairên Şîrazê meydan xwestiye çi Hafizê Şîrazî çi Se‘dîyê Şîrazî çi jî Celalê Tebîb ê Şîrazî… Piştî vê yekê di me de ev fikir hasil bû ku şiara vê xebatê diviya ev beyta meşhûr biba ku wiha ye;

Ger lu’lu’ê mensûr ji nezmê tu dixwazî

Wer şi‘rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet

Belê, ev pirtûk li ser Melayê Cizîrî û Mîrasa wî ava bûye ku bi nêrîneke akademîk ji bîst û şeş nivîsaran pêk hatiye. Ji van nivîsaran her yekê, helbestên Melayê Cizîrî li gorî pîvanên edebiyat, dîrok, zimannasî, antropolojî û sosyolojiyê analîz kirine. Her nivîsareke vê berhemê ji pencerekeyeke din ve li hunera Mela nihêriye û nirxandiye ku ew nivîsar ji bo ragirtin, veguhestin û gerandina mîrasa Melayê Cizîrî cihekî muhîm digirin. Me bi van nivîsaran xwest ku perdeya li ser helbestên Melê bidine aliyekî û dîmena efsûnî ya pişt vê perdê piçekî bibînin. Em hêvî dikin ku ev xebata li ber destê we lîteratura Melayê Cizirî ya heyî gavekî pêş de bibe, nîqaş û nêrînên nû derbixîne û ji bo xebatên nû bibe çavkaniyeke baş.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
MELANASÎ Melayê Cizîrî û Mîrasa Wî bijare2788
MELANASÎ Melayê Cizîrî û Mîrasa Wî

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.