Mem û Zîna Hewramî
Kurte
Mem û Zîn, hem wek destan hem jî
wek berhemeke nivîskî, şahesereke edebî ye. Di nava vê çîroka evînî da motîfên
dewlemend, vegotineke resen û bingeheke kûr ya edebî xuya dike. Herçend di nava
Kurdan da wek destana Memê Alan hatibe zanîn jî bi taybet piştî mesnewiya
Ehmedê Xanî, ev çîroka zêdetir ketiye nava mehfîlên edebî. Jixwe Ehmedê Xanî jî
ji nava bîra edebî ya Kurdî ev çîroka vekêşaye û di kirasê mesnewiyê da ji nû
ve nivîsiye. Lê diyar e ku hidûdên vê çîrokê evqas berfireh in ku hema bêje di
hafizeya temamê Kurdan da nîşanên wê diyar dibin. Di vê xebatê de jî îsbat û
hidûdên wê hafizeyê hatine diyarkirin ku Mem û Zînê ne tenê di yek-du zaravayên
Kurdî da şax daye. Lewra ev berhema îsbat û îddia dike ku ev çîroka di temamê
zaravayên Kurdî da heye û numûneya Hewramî bi xwe jî xerîteya hebûna vê çîrokê
temam dike.
Di vê xebata Cumhur Ölmez û
Shahab Vali da arkeolojiya çîroka Mem û Zînê hatiye kirin û girîngiya wê ya di
hafizeya kolektîf a Kurdan da hatiye vegotin. Ji aliyê din ve jî metnê Mem û
Zîna Hewramî digel edîsyoneke zanistî hatiye dayîn û bi vî awayî di qada
zanistî da lêkolîneke girîng û metneke din ya Mem û Zînê bi Hewramî li hafizeya
kolektîf a Kurdî zêde dibe.