Memê û Zînê
Özet
Folklor û mîtolojiya
rehên ziman û miletan in ku bi qasî geşbûna destan, efsane û hikayetan ew milet
dertêne ser rûyê dinyayê. Destana Memê Alan yek ji wan e ku rehên wê hezar sal
in. Wekî di Şahnameya Kurdî de behsa Rustemê Zal bi çendîn cûreyan tê kirin,
her wisa destana Memê Alan jî bi çend şiklan hatiye gotin û bi dengbêjkî jî
hatiye stran. Her wisa di zargotina Kurdan de nexasim Ordîxanê Celîl û Celîlê
Celîl û helbet Qanatê Kurdo ev destan jî qeyd û zebt kirine çawa ku Roger
Lescot ji çend dengbêjan heman destan derbasî nivîsê kiribû. Ehmedê Xanî yê
direwşen, berhema Mem û Zîn li ser vê destanê bi cîhanbîniya xwe ava û ebedî
kir.
Emînê Evdal, Memê û Zînê
zehf di cî de wekî Poêma Cimaeta Kurd bi nav kiriye. Wî ji lêkolîn, nivîs û
bihîstinên xwe ev berhem bi qayde û isûlên nezmê daye rûniştandin. Emînê Evdal
ê etnograf, pedagog, zana û helbestkar, li gel Heciyê Cindî ew kitêba mezin,
Folklora Kurmanca, ji havênê zargotina Kurdî rakiribûne ser piyan. Lewma jî ev
poêm, ev berhema han e nemir ji destê Emînê Evdal zehf rihet kamil bûye ku
piştî deh salan xwe gîhandiye vî berî zimanê me yê qedîm.
Rizgar Elegez